Çîroka Kurdan

Xakurkê di warê dîroka têkoşîna gerîlayan cihekî girîng e. Li her cihê ku çiya digihêjin hev, mirov dikare rastî bîranîneke gerîlayan were. Deng tên. Çiya di guhê me de dikin pistînî.

Ji bo berxwedana gerîlayan a li hemberî mêtinkariyê û dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê em bişopînin, me berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî ku li lûtkeyên çiyayan em bi pêş ve diçin, em silava bazên li ber kendalan werdigirin û digihêjin ba gerîlayên awirbaz. Bi silaveke ji dil û çayeke li ser êzingan, em toza bajaran ji ser xwe dadiweşînin û ev çay westandina me kêmtir dike.

Li van geliyan ên ku em bi kujên çavan lê dinihêrin wekî ku risteyên winda yên çîrokekê ji me re dibêje, lûtkeyên çiyayan bi ahenk tevlî van tiştan dibin û hemû av diherike vî zemanê di navbera du çiyayan de. Xakurkê di warê dîroka têkoşîna gerîlayan cihekî girîng e. Li her cihê ku çiya digihêjin hev, mirov dikare rastî bîranîneke gerîlayan were. Deng tên. Çiya di guhê me de dikin pistînî. Wekî ku bi salan kesî dest van tiştan nedaye û ligel ku sal ji ser derbas bûne jî hê jî bîranînên gerîlayan ên zindî bang li me dikin.

Em berê Destana Bêrîtanê bi bîr tînin a ku nebûye rabirdû û dîrokeke zindî ye. Li çiyayên ‘Qada Şehîd Bêrîtan’ dema em digerin, em destê xwe didin keviran û bi germahiya kevirên ku bi tîrêjên rojê hatine şuştin, em destê Bêrîtanê (Gulnaz Karataş) di destê xwe de hîs dikin. Çeperên gerîlayan ên çaryek qirn berê hatine lêkirin, ligel ku dem ji ser wê derbas bûye jî wêneyê israrkirina xwebûna xwe ya di demê de xêz dike. Dema ku em li vî wêneyî dinihêrin, ji Bêrîtan bigire heta Reşîd Serdar em ber bi pêlên van nifşan dikevin. Duh diteyise ser îro, îro di duh de xuyanî dibe. Piştre duh, îro, kêlî, dem, dîrok û dema niha di wêneyê de yekîtî û hevgirtinekê bi dest dixin. Dema ku em didin pey wêne, em xwe de çeperên berxwedanê yên Bêrîtanê de dibînin. Di çeperên kevirên ên Bêrîtanê de, îro nifşên li pey wê nobetê digirin.

Gerîla li dijî êrîşên cihê yên artêşa Tirk a dagirker di çeperan de ne. Jiyanê li kêlîka niha zêde dikin û welat, hêvî û roja ku ew ê ava bibe diparêzin. Dem ji bo wan berê xwe dide deriyekî din ê fezayê û dema ku mirov ji vî derî derbas dibe di dilê mirov de hesteke firehbûnê xwe bi cih dike. Gerîla dema ku kêlîkê dijîn, ji dîrokê xwe qut nakin. Ji ber vê jî destan di dîrokê de namîne û dibe îro û di rêhevaltiya gerîlayan de xwe dide der…

Em di nav çeperên gerîlayan de digerin. Gerîlayên rûken ên ku bi nêrînê xwe şopên şoreş û serfiraziyê neqş dikin. Ew çeperên wan ên ku bi şev û roj xeta parastinê lê amade kirine…

Di yekîneya pêşîn de ya ku em diçin serdana wan, em dibînin ku em xelet in. Yekîneyên gerîla yên ku em dibêjin qey li serê çiyayan tenê û bêdeng in, me şaş dikin û bi tempoya xwe ya bilind derdikevin pêşiya me. Fermandarên ku di nav çeperan de digerin û taktîkan didin, karwanên ku cebilxaneyê bar dikin, ji bo pêdiviyên lojîstîk tiştên ku di axê de tên veşartin û gelek amadekariyên leşkerî yên ku em jî jê fêm nakin. Em xwe di nava van tiştan de dibînin.

Di guhê me de olana axaftina cîhazan heye. Her gotin bi silav û hurmetê dest pê dike û her axaftin bi hurmetê bi dawî dibe. Ligel dijwariyên şer, gerîla jiyîna dilpakiyên mirovî ji xwe re kiriye peywir. Li hemberî vî dîmenî em şaş nabin.

Di çeperên gerîlayan de gelek amûrên leşkerî hene. Li hemberî teknolojiya şer a sedsala 21’emîn cebilxaneya gerîlayan ne bi tenê çekên ferdî ne. Gerîla gelek caran îradeya xwe diajo devê çekan û hêrsa xwe bi ser tarîtiya li ser dilê hêviyê diteqîne. Gelek caran hezkirina wan di kenên wan de veşartiye.

Ji xeynî vî tiştî hêviya azadiyê ya gelekî jî di van çeperan de bi gerîlayan re ye. Gerîla ketiye nav heyecana sewdayekê. Gerîla her mekanî ber bi azadiyê de dibin û xelitandinên me bi bîra me dixînin, gotinên siyaseta hamasî bêtir li ber çavên me erzan dibe.

Çiya, gelî, av, kevirên çeperan, dar, riwekên li eraziyê û xweza hê jî tiştekî di guhê me de dikin kurtepist. Beriya ku kurtepist bibe qîrîn ez dixwazim fêm bikim, qala çi dike. Her ku ez lê difikirim, çîrçîroka Kurdan a di şer de tê bîra min.

Hebû, tunebû…

Hemû çîrçîrok bi vê gotinê dest pê dikin û heta ku bi dawî didin. Qehremanî, destan û efsane… Wekî bîranînên nêz ên rabirdûya dûr li ser zimanan digere û li her rawestgehê rabirdû bêtir dibe destanî. Ji xeynî Kurdistanê…

Heke em ê qala veguherîna çîrçîroka Kurdan a ber bi destanê bikin, em her dem dibêjin ‘her dem hebû, lê her carê tune dihat hesibandin’ Her çîrçîrokek giyanekî xwe heye. Gotin bi xeyalê hebûnê pêk tê. Carinan jî xeyal dibin çîrçîrok, çîrçîrok jî dibin destan. Piştre em dibin şahidê arambûna fikara demê.

Destana Kurdan bi awayê ku di dîrokê de ew ê neyê veşartin zindî û nû, ji çiyayên azadiyê giyanê xwe ber bi ba dixe. Di ba de êdî destan heye, ji asîmanan çîrçîrok dibare. Xwediyên destanan li kozikên bilind û di behra zemanan de ber bi raza hebûnê baskan diavêjin. Li Kurdistanê qehremanî û efsane di wê kêlîkê de tê jiyîn, di destana gerîlayan de dîrok diherike dema niha.