Çînê tetbîqat kir, Pentagonê nerazîbûn nîşan da

Dewleta Çînê li dora komgiravên li derya Çînê ya Başûr dest bi tetbîqatê kir. Pentagonê nerazîbûn nîşan da û hişyarî da ku karên bi vî rengî wê rewşa li herêmê bêhtir aloz bike.

Pentagonê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Wezareta Parastinê ji biryara Çînê bi fikar e ku di navbera 1-5'ê Tîrmehê de li komgiravên Paracelê yên li Derya Çînê ya Başûr tetbîqata leşkerî bike."

Li gorî Pentagonê, ev liv û tevgera Çînê li qada ku Vîetnam û Taywan jî doza mafê xwe li ser dike, wê "rewşê bêhtir aloz bike."

Li gorî DYE'yê, ev karê Çînê soza di sala 2002'an de da binpê dike. Deklarasyona navborî ku welatên Yekîtiya Neteweyîn Asya yên Başûrrojhilat (ASEAN) îmze kirine, li ser hemû aliyan ferz dike ku karên tevlîheviyê giran bike û gefê li aştî û ewlehiya herêmê dixwin, nekin.

Giravên Paracel li peravên Çîn û Vîetnamê ne. Tevî her du welatan Taywan jî îdîa dike ku mafê wan li wir heye. Lê belê girav 40 sal in di kontrola Pekînê de ne. Ji aliyê Çînê ve hatine mîlîtarîzekirin û bi taybetî fuze lê hatine bicihkirin.