Çîn wê li dijî soya û wesayitên Amerîkî tevdîran bigire

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ragihand, li dijî berhemên soya û otomobîlên Amerîkî wê tevdîran bigirin.

Rêveberiya Çînê, banga nû ya gumrukê ku Washingtonê danî ser berhemên Çînê şermezar kir û diyar kir ku ew amade ne di rojên pêş de bersivê bidin.

DYA roja Sêşemê lîsteyek enû ya berhemên ji Çînê têne kirîn weşand. Û ragihand ku wê 50 milyon dolar baca gumrukê deynin ser van berheman.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Bazirganiyê ya Çînê, ev helwesta DYA bê bingeh e, yekalî û bergirî ye. 

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ev yek bi tundî şermezar kir û ragihand ku di rojên pêş de wê tevdîrên nû bigirin. Tevdîr wê li ser soya û wesayitên Amerîkî bêne girtin.

Hikumeta Çînê roja Duşemê lîsteya destpêkê ya pêkanînan eşkere kiribû ku di nava van de 128 berhemên Amerîkî hebûn. Ji 15 ji sedî heta 25 sedî baca gumrukê li ser berheman hate danîn. 128 berhemên ku Çînê baca wan zêde kir, berhemên Amerîkî yên ji 3 milyar dolarî ne.

Rêveberiya Çînê heta niha berhemên çandiniyê yên mezin ên mîna soya û şîrketên pîşesaziya hewayî yên mîna Boeingê nedikir hedef. Lê belê, li gorî rojnameya fermî Global Times, êdî ev sektor jî di hedefa Pekînê de ne.