Çîn: Em piştevaniya daxwaza bi maf a Filistînê dikin

Nûnerê Çînê yê li Konseya Ewlekariya BM’yê, diyar kirin ku ew piştevaniya ‘Daxwaza bi maf a Filistînê’ dikin.

Nûnerê Çînê Zhang Jun ê di nava Neteweyên Yekbûyî de got; “Pekîn piştevaniya banga konferansa navneteweyî ya ji bo aştiyê ya (Rêveberiya Filistîn) Serok Mehmûd Abbas dike.”

Li gorî rojnameya Jeriselam Post, Jun ê ku di Konseya Ewlekariya NY’yê de axivî got; “Girîng e ku em fikara gelê Filistînê û nêrînên welatên herêmê bixin nava ber hesabê.”

Jun bi domdarî got: “Çîn, dostek rast ê gelê Filistînê ye. Ji bo daxwaza bi maf û mafên rewa yên netewî hertim bawerî bi Çînê bîne.”

Jun ê ku li dijî plana îlhak a rêveberiya Serokê DYE’yê Doland Trump amadekirî derkete, îşaret bi DYE’yê kir û got; “Welatên ku bandora wê li ser Filistîn û Îsarîlê hene, divê di muzakereyên aştiyê de bê alî û adil bin.”

her wiha Jun anî ziman ku pêkanîna plana îhlakê wê rê li ber pêlên pirsgirêkan veke û xwest ku li dijî vê bi şêweyek bi hêz dijbertiya xwe ya bi civaka navnetewî re derbixe holê.

Di hat hêvîkirin ku wê Îsraîl projeya xwe ya îhlakê 1’ê Tîrmehê diyar bike, lê belê paşve da. Welatên Yekîtiya Ewropa, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban li dijî plana îhlakê derketin.