Çîn: Di şerê bazirganiyê de divê Ewropa li cihê rast be

Sefîrê Bilind ê Çînê yê li Fransayê Lû Shaye ji AFP'ê re axivî û diyar kir, di şerê bazirganiyê de ku Emerîkayê da destpêkirin, divê Ewropa 'li cihê rast ê dîrokê' be.

Ji bo pirsa 'Divê Ewropî di şerê bazirganiyê yê navbera Çîn û Emerîkê de bi çi rengî tevbigerin?' Lû Shaye diyar kir, Çîn alîgirê dinyayeke piralî ye. Sefîrê Bilind ê Çînî dirûşma 'Beriya her tiştî Emerîka' ya Serokê DYE'yê Donald Trump bi bîr xist û got, "Bi dîtina min divê welatên Ewropayê li cihê rast ê dîrokê bin; divê dinyayeke piralî biparêzin."

Lû Shaye ragihand, Emerîkayê bi zêdekirina bacên gumrukê xwest 'Çînê bieciqîne' û got, "Lê belê tevî saleke ku di ser re derbas bûye Çîn neeciqiye. Aboriya me bi rêjeya 6.3 ji sedî mezin dibe. Berevajî, Emerîka kete nava pirsgirêkên aboriyê."

Lû Shaye destnîşan kir ku wê Çîn xwe nede peymaneke bi DYE'yê re ya li dijî berjewendiyên xwe û îdîa kir, şerê bazirganiyê yê navbera Emerîka û Çînê zerarê dide welatên din. Lû Shaye anî ziman, Elmanya di nîvê destpêkê yê salê de kete resesyonê û Serokwezîr Angela Merkel piştî ku ev yek dît bi heyeteke qelebalix a karsazan serdana Çînê kir.

Lû Shaye got, divê welatên Ewropayê 'firsend'ên ku dewleta Çînê pêşkêşî wan dike baş û rast binirxînin.