Çîn dest datîne ser Hong Kongê

Parlementoya Çînê li dijî protestoyên mezin ên li Hong Kongê, tevdîra li ser ewlehiya neteweyî ya Hong Kongê qebûl kir.

Meclîsa Gel a Neteweyî ya Çînê tevdîra bûbû sedema li Hong Kongê protestoyên mezin were kirin, qebûl kir.  Ev biryar li parlementoyê hate qebûlkirin.

Ev dengdanî rayeya amadekirina pêşnûmayekê dide Komîteya Mayînde ya parlementoyê.  Di vê qanûnê de tê diyarkirin ku “Amadekariya karên terorîstî û çalakiyên hêzên derve yên dixwazin tevlî nav karên Hong Kongê bibe, wê were sekinandin û astengkirin.” Ev pêşnûma wê piştre pêşkêşî meclîsê were kirin.

Parlementerê Konseya Rêveberiya li Hong Kongê Claûdîa Mo got ku, “Ev tê wateya bidawîbûna Hong Kongê”. Mo ji AFP’ê re axivî û got ku “Ji niha û şûnde wê Hong Kong jî bibe bajarên din ên wekî Çînê.”

DYE: HONG KONG ÊDÎ NE XWESER E

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo roja Çarşemê daxuyanî da û got ku “Hong Kong êdî ne xweser e.”

Li Hong Kongê ji sala 2019’an û vir ve ji bo prensîbên demokratîk û bandora zêde ya Çînê çalakî tên lidarxistin. Çalakgerên alîgirên demokrasiyê bang li gel kir ku di 1’ê Tîrmeha 1997’an de du milyon kes dakevin qadan.