Çeteyên Osmanî yên Erdogan li Elmanyayê hate qedexekirin

Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê çalakiyên çeteyên Osmanî qedexe kirin ên ku sûcên organîze dikin û nêzî hikumeta Tirkiyeyê ne.

Wezîrê Karê Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer diyar kir ku wan hemû çalakiyên çeteyên Osmanî yên bi navê Osmanen Germania û komên girêdayî wan qedexe kirine. Ev çete nêzî dewleta Tirkiyeyê bûn.

Wezîrê Karê Hundir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev çete ji bo mal, can û azadiya mirovan xetereyeke mezin in.

Ev biryar xwe dispêre zagona komeleyan a li Elmanyayê. Di biryara qedexekirinê de hate diyarkirin ku çalakiyên van koman li dijî zagonên cezayê yên Elmanyayê ne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê li dijî endamên çeteyan roja Sêşemê li eyaletên Rheînland-Pfalz, Baden-Wurrtemberg, Bavyera û Hessenê lêgerîn pêk hatiye. Wezaretê diyar kir ku ev çete li herêmên cihê yên Elmanyayê li 16 bajaran xwe birêxistin kirine.

Wezaretê diyar kir ku lêpirsîn di meha Adarê de hatibû kirin lê balkêş e ku piştî li Tirkiyeyê rejîm guherî ev biryar hate dayîn.

Wezîr Seehofer diyar kir ku van çeteyan sûcên giran kirine û got, “Kî dewleta hiqûqê red bike, bila ne li benda borandina me bin.”

Endamên çeteyan bi sûcên teşebbusa cînayetê, şantaj, bazirganiya tîryakê, ferzkirina fihûşê û astengkirina azadiyê tên sûcdarkirin. Beriya niha Wezareta Karê Hundir a Ren-Westfalyayê ya Bakur jî diyar kiribû ku ev çete nêzî AKP û Erdogan in.