Çar dagirker hatin cezakirin, sê pergalên kamerayê hatin rûxandin

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin de 4 dagirker hatine cezakirin û 3 pergalên kamerayan hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gerîlayan derbên giran li yekîneyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dixin û ragihand: “Hêzên me bi ruhê serketinê yê fermandarê me yê nemir rêheval Egîd û bi bikaranîna taktîkên gerîlayên profesyonel ên serdema nû derbên giran li dagirkeran dixin. Têkoşîna me ya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir û îro bûye hêviya hemû gelên bindest, di encama berxwedana dîrokî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di xeta fedayî de pêş xistiye derketiye holê. Artêşa Tirk a dagirker ê tevî ku hemû derfetên teknîkî û rêbazên şerê qirêj bi kar tîne jî û nikare berxwedana gerîlayên me bişkîne û her roj derbên mezin dixwe, bi bombebarankirina bi rengekî dijwar a xaka Kurdistanê dixwaze encamê bigire. Dewleta Tirk a dagirker ku her roj çîrokên serketinê yên derew dinivîse û bi rêya çapemeniya şerê taybet hewl dide civakê bixapîne, hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî îradeya gerîla veşêre.”

Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ku fedayî dijî û têdikoşe, wê berxwedana xwe ya bêhempa bi serketinê tacîdar bike û xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne.”

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya çalakiyên bi boneya pîrozkirina 15’ê Tebaxê hatin lidarxistin de 4 dagirker hatine cezakirin, 2 kamerayên termal û 1 pergala mobese hatine rûxandin. Artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi balafirên şer, 9 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan car bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kirine.

HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kir:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

11’ê Tebaxê saet 07:00’an pergala kameraya termal a ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Girê Koordîne ya Xakurkê bi cih kiribû, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de Li herêma Avaşînê;

- Pergala kameraya termal û mobese ya ku artêşa Tirk a dagirker berê li herêma Kanîbiyê ya Avaşînê bi cih kiribû, ji aliyê tîmên me yên bitevger ve hate îmhakirin. Piştî çalakiyê hemû parçeyên pergala kameraya termal û mobese ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

- Di 12’ê Tebaxê saet 20:20 û 21:30’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Sacayê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi çekên giran û ferdî ve hatine gulebarankirin. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

4. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

- Di 12’ê Tebaxê saet 15:30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bitevger ên YJA Starê ve hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

5. Di 5’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li daristanên Deriyê Qaçê û Serê Orman yên herêma Besta ya Botanê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê dabû destpêkirin. Ev operasyon di 8’ê Tebaxê de bê encam bidawî bû.

6. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopter û balafirên şer pêk anî;

- Di 12’ê Tebaxê de li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM’ê balafirên bê mirov geriyan.

- Di 12’ê Tebaxê de qadên Gundê Gûzê û Deşta Kafya yên Garê û Qadên Berxwedanê yên Saca û Sîda 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- Di 12’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê 9 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

- Di 12’ê Tebaxê de herêma Serê Metîna ya Metîna û qada Berxwedanê ya Girê FM bi dehan caran bi obusan hatin bombekirin.”