Çand û berhemên Hewramî ya resen, tim heybetiya xwe diparêze

Çand û berhemên resen ên Hewramî ku bûye yek ji berhemê çandî ya cîhan û bala her kesê kişandiye ser xwe, hê jî bi hemû heybetiya xwe bûye yek ji berhemê herî baş a çandî ya Kurdistanî li nava çanda cîhanê.

Her civak, kom û girseya mirovan bi reng, cil û berg û hebûna xwe bi nasnameya xwe dengê xwe nîşan dide. Çand û berhemên Hewramanî ya li beşek dikeve Rojhilatê Kurdistanê û beşek jî dikeve Başûrê Kurdistanê navê xwe li nava çand û hunera Kurdistanê daye.

Çanda Hewramî ya ku bi taybetmendiyên xwe yên xwezayî û dîsa erdnîgariya xwe bûye yek ji mîrasê cîhanî, niha li hemû bazar û parçeyên Kurdistanê heta derveyî welat, di şahî û rojên taybet de xwe dide der.

Çanda Hewramî ya bi resen û şêwaza çinîna dest û xas taybetî herêma xwe tim bala mirovan kişandiye û bûye yek ji xelata herî hêja ya ji bo heskirî, dost û nasan.

Li ser vê yekê me jî berê xwe da bazara Sabûnkeran a Silêmanî ku piranî dikan û berhemên çandî ya Hewramî lê ye ji nêzîk ve vê çandê binasin û bibînin.  

Dema li ber dikanekê disekinîm û min li pêlavan (şikal) dinêrî ku bixwazim şêwaz û çêkirina vê bizanim, hinek min lê nêrî xwediyê dikanê ji pêşber ber min hat û silav da. Min jî bi kêfxweşî silava wî da. Ez ketim hundirê dikanê, min xwe da nasîn û piştre li ser huner û taybet şikalên Hewramî pirs jê kir. Ji bo min got ku ew nikare li ser agahî bide, ji ber tenê karê firotinê dike, berê min da dikana pêşber ku bi navê Keywan Hewramî ye ku hem vî karî dike û hem jî dikare bersivên pirsê min bide.

Ez û ew ber bi dikanê çûn û hê min xwe nedayî nasîn, wî diyar kir ku rojnamevan e dixwaze li ser çanda Hewramî hinek pirs bike. Keywan Hewramî jî bi kêfxweşî ez pêşwazî kirim.

25 SALE BERHEMÊN ÇANDÎ YÊN HEWRAMÎ DIKE

Keywan Hewramî ji Tewêle ya Hewremanê ye li Silêmaniyê dijî, nêzî 25 sal in Bazara Sabûnkeran karê hûnera Hewramî dike û dikana wî heye.

Hewramî ji 15 saliya xwe ve karê pêlav (şikal) û kelûperên Hewramî dike. Li dikana xwe gelek berhemên hûnerî yê destan ê Hewramî li xwe digire. 

Ji ber ku Silêmanî û kolana Sabûnkeran yek ji navendên herî çandî ye ji bo wê dikana xwe li vir datîne. Bi salan e li vir kar dike.

‘BI HUNERA XWE Û ÇANDA XWE HETA VÊ GAVÊ LI KURDISTANÊ XWEDÎ CIH E’

Keywan Hewremî li ser çanda Hewramî ya resen ev got: “Çand nasname û hebûna gel e. Civak bi çanda xwe, rengê xwe û hunera xwe tê nasîn. Hewreman jî yek ji van herêmane li Kurdistanê xwedî çand û kevneşopiyeke hunerî ya civaka Kurd. Bi şêwazê hunera xwe û çanda xwe heta vê gavê jî li Kurdistanê xwedî cih e.

‘BERHEM BÛNE ÇAVKANIYA DEBARÊ’

Berhemên hûnerî yên mîna pêlav, kum, gore, çoxik û dîsa gelek berhemên din ên bi dest tên çêkirin, yekane çavkaniya debarê ye. Ji ber ku herêmeke çiyayî û li gorî avhewaya xwe sar e, li gorî wê di hunera xwe de ev yek diyar dibe. Şînatî û berhemên wê piranî giya û şifa ne.”

‘HUNEREKE TAYBET E, LI TI DEVERA CÎHANÊ NÎNE’

Li ser şêwaz û cureyên berhemên çanda Hewramî jî Keywan Hewramî ev anî ziman: “Çanda me çandeke taybet e, ev yek li her derê tê nasîn. Cil û bergên me yên bi destan û mû hatine çêkirin li ti devereke din a cîhanê tine. Ji pêlav û şêwazê hûnandina cil û bergên me bigire heta niha li ti devereke din nehatiye çêkirin. Gelek kesan hewl daye ku vê çanda me bixwaze destkarî lê bike û lê nekariye.

‘XELATÊN HERÎ HÊJA NE’

Hewramî destnîşan kir ku berhemên çanda Hewreman bûye yek ji xelatên herî hêja yên Kurdan dema diçin derve li gel x we dibin û dîsa tên diyarîkirina ji bo hev.

‘ŞIKAL XWEDÎ TAYBETMEDNIYEKE RESEN A HERÊMÊ YE Û DOSTÊ XWEZAYÊ YE’

Li ser pêlav an go şikala Hewramî jî Keywan Hewramî ev agah da: “Yek ji berhemê çandî yê Hewramî bi nav û deng çêkirina kilaş ango pêlav e. Ev cure şikal heta niha bi şêwazê xwe yê resen li ti devera cîhanê nehatiye çêkirin û bûye yek ji berhema baş a herêmê ya bi dest tê çêkirin û zirarê nade xwezayê. Ji çend beşan pêk tê, ew jî; beşek çermê hewanan, paç û dezî dîsa bi çinîna destan ev şikal bi westaneke mezin tê çêkirin. Ev çand ji bav û kalê me maye ji bo em, ji dema Zerdeştî bigire heta niha ya herêma Hewremanê ye. Ev pêlav hevaldostê xwezayê ye, yek ji taybetmendiya wê rast û çepa wê nîne. Yek ji taybetmendiya herî baş a Hewremanê ye.”