Çalakiyên li Fransayê: Barkêş jî dikevin greva bê dawî

Sozên ku hikumeta Fransayê ji bo pêşîgirtina li çalakiyên 'Êlek Zer'an hatin pêşkêşkirin, dilê kesî xweş nekir. Di rewşeke wiha de, xebatkarên di barkêşiya rêyên bejahî de dixebitin, biryar dan ku dest bi greva bê dawî bikin.

Çalakiya 'Êlek Zer'an ku 17'ê Mijdarê ji bo şermezarkirina zêdebûna buhayê sotemeniyê dest pê kir û piştre veguherî çalakiyên ji bo parastina mafên xizanan, li gel hin sozên hikumetê yên doh hatin dayin, xuya ye wê bidme. Tê payin, 'Êlek Zer' roja Şemiyê careke din li gelemperiya Fransayê dakevin qadan. Di vê navberê de, xebatkarên sektora barkêşiyê, li dijî xespkirina mûçeyên wan, dest bi greva bê dawî dikin.

Yek ji sendîkayên sereke yên çep ên li welêt CGT û FO daxuyanî dan û diyar kirin, li dijî xespkirina mûçeyê ajokarên rêyên bejahî, ji şeva Yekşemê saet 22'an û pê ve wê bikevin greva bê dawî. CGT, bernameya xwe ya çalakiyan ku wê 14'ê Kanûnê pêk bianiya, bi vî rengî zû xiste meriyetê.

MÛÇEYÊN KARKERN GELEKÎ KÊM BÛYE

Sala 2016'an bi rêya biryarnameyekê hatibû ragihandin ku heqê saetên zêde yên ajokarên barkêşiya bejahî, wê ji 25 heta 50 ji sedî bê zêdekirin. Lê belê Konseya Dewletê ev biryarname bertal kiribû û biryar dabû ku tenê 10 ji sedî mûçe ji saetên zêde yên ajokaran re bê dayin.

Li gorî sendîkaya FO'yê, ji ber biryara Konseya Dewletê, ajokarên ku mehê bi dehan saetan zêde dixebitin, wê ji 300 heta hezar û 200 euroyî kêm maeş bistînin.

Sendîkayên FO û CGT, tevî ku rojên destpêkê xwe nedan ber, piştre biryar dan ku destekê bidin çalakiya 'Êlek Zer'ân a 17'ê Mijdarê dest pê kir.