Çalakiyên ji bo piştgiriya 'Berxwedana Serdemê' dewam dikin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê dayî destpêkirin mehek li paş xwe hişt. Li dijî êrîşan çalakiyên piştgiriya berxwedana Serdemê a Efrînê dewam dikin.

Kurdistaniyan li paytexta Kîel a Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrîn û piştgiriya berxwedana Efrînê li ber derê dêrê çalakî lidarxisitin. Kurdistanî di saetên sibehê de li ber derê dêra li navenda Kîel kom bûn. Kurdîstanî piştî ayîna li dêrê, dosyayek girêdayî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û qetlîamên sivîlan dan rêveberên dêrê û ew agahdar kirin.

VEJEN

Li bajarê Vejen ê Danîmarkayê jî di bin rêveberiya PYD’a Danîmarkayê mîtîngek ji bo dagirkeriya ser Efrînê hat lidarxistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina li ser navê şehîdên berxwedanê hat destpêkirin û di mîtîngê de PYD’a Danîmarka, PYD Jin, ji partiya Enhedslisten Maria Sloth axivîn. Di axaftinan de pêngava dagirker ya li ser Efrînê û dewletên Ewropa yên ji dagirkeriyê re bêdeng dimînin hatin şermezarkirin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e”, “Bijî Serok Apo” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrkirin.