Çalakgeran konsolosxane şewitandin, Îranê got, 'em ê bersivê bidin'

Xwepêşandêran li bajarê Necefê yê Iraqê konsolosxaneya Îranê şewitandin. Îranê jî gef xwar ku wê bersivê bide vê yekê.

Xwepêşandanên li paytexta Iraq Bexdayê û li bajarên Şîa yên Iraqê Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriyeyê dest pê kirin dikevin meha duyemîn. Xwepêşandan hefteya dawî mezin bûn. Çalakgeran doh bi şev li bajarê Necefê ku bajarekî pîroz ê Şîa ye agir berdan Konsolosxaneya Îranê. Avahiya konsolosxaneyê bi temamî şewitî. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya personelên konsolosxaneyê başe.

Piştî ku konsolosxane hate şewitandin ketin û derketina bajarê Necefê ji aliyê hêzên artêşê ve hate girtin. Rayedarekî Fermandariya Operasyonên Firatê ya Navendî ya ser bi artêşê ragihand ku ketin û derketina Necefê li trafîkê hatiye asêkirin û biryar hate wergirtin ku pêwendiya Necefê bi herêmên din ên Iraqê bê qutkirin.

Hate ragihandin ku yekîneyên artêşê wê heta 'aramiya li bajêr' vê rewşê dewam bikin.

Rayedarekî Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Necefê diyar kir ku beriya şewitandina Serkonsolosxaneya Îranê ji ber tundiya hêzên dewketê ya li dijî xwepêşandêran 32 kes birîndar bûn. Bajarê Necefê ew bajare ku lîderê olî yê Şîa Alî Sîstanî lê ye.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê der barê şewitandina konsolosxaneya Îranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev yek weke êrişekê hate pênasekirin û bi tundî hate şermezarkirin.

NERAZÎBÛNA TUND A ÎRANÊ

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Mûsevî jî ji hikumeta Iraqê xwest ku teqez bersiveke bi bandor bide êrişkaran. Mûsevî destnîşan kir ku hikumeta Iraqê divê ji bo parastina saziyên dîplomatîk û dîplomatan berpirsyariyên xwe pêk bîne. Mûsevî destnîşan kir ku 'îtiraza tund' a Îranê ya di vê mijarê de ji Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Tehranê re hatiye ragihandin.

Îranê ji aliyekî ve nerazîbûna dîplomatîk nîşan da li aliyekî jî berpirsyarê koma Esaîb Ehle Heq a koma Heşdî Şabî ya ser bi xwe ve Qeys Xezelî tevî komek şervanan şand Necefê. Tê gotin ku çûyîna Xezelî û komek ji şervanan ji bo Necefê wê bûyerên tundiyê mezin bike û dibe ku bibe sedema komkujiya sivîlan.