Çakan ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir li Enqereyê hate kuştin

Ciwanê bi navê Bariş Çakan ê ku li Enqerê li muzîka Kurdî guhdarî dikir, hinekan kêr li dilê wî xistin û hate kuştin.

Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansê (MA) yê, ciwanê ji Patnosa Agiriyê Bariş Çakan (20) ê li muzîka Kurdî guhdar dikir, doh êvarê saet di 22:30 de li Taxa Alsancak a navçeya Etîmesgut a Enqerê kêr li dilê wî xisitn û ew kuştin.

Li gorî agahiyên ji malbatê hatin wergirtin, Çakanê ku ji bo biçe parkê li gel hevalên xwe rûnê ji mal derket, di rê de ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir, bû hedefa êrişa komeke ji 3 kesan.

Hate zanîn ku kesên êrîşî Çakan û hevalên wî kir, li ser nifusa Yozgat, Kirikkale û Tokatê qeyt kirîne. Der barê nasnameya bersûcan agahiyek nehate bidestxistin.

Di encama êrîşê de Çakanê ji dilê xwe birîndar bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku her sê êrîşkar piştî bûyerê hatin destgîrkirin. Dogan Çakan diyar kir ku cenazeyê pismamê wî Çakan ê ku rakirîn Nexweşxaneya Ozel Etîmat wê sibe bispêrin axê.

Her wiha diyar kir ku carek din jî ji ber ku wan li muzîka Kurdî guhdarî kiribû bûbûn hedefa êrişê.