6 leşkerên Siûdî li ser sînorê Yemenê hatin kuştin

Aloziya navbera Yemenê û Erebîstana Siûdî dewam dike. Hate ragihandin ku 6 leşkerên Siûdî hatine kuştin.

Li gorî nûçeyên medya Erebîstana Siûdî, li ser sînorê Yemenê li herêma Cazanê 2, li Necranê 1, li Hûrresê 1 û li herêmeke din ku navê wê nehate eşkerekirin 2 leşker hatine kuştin.

Agahî nehate dayin bê 6 leşkerên Siûdî bi êrîşeke çawa hatine kuştin.

Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ji 26'ê Adara 2015'an û vir ve li dijî Hûsiyên ku hewl didin rêveberiya Yemenê bi dest bixin operasyonê dikin.