6 artêşên Ereban li Misirê tetbîqat kirin

6 hêzên serekî yên cîhana Erebî, li bakurê Misirê tetbîqatekî leşkerî kirin.

Tetbîqata leşkerî, li yek ji navendên leşkerî yên herî mezin ên Efrîqa û Rojhilata Navîn a Mûhammed Necîb pêk hat. Ev baregeh dikeve El Hamam a nêzî Îskenderiyeyê.

Artêşên Misîr, Erebîstana Siûdî, Emîrtiyên Yekbûyî ya Ereban, Behreyn, Kûwêt û Urdun tevlî tetbîqatê bûn. Di dema tank û balafir ji bo tetbîqatê ketin tevgerê, hedefên li çolistanê hatibûn diyarkirin bi fuzeyan hatin lêdan.

Ji derveyî hêzên 6 welatan Fas û Lubnan jî weke çavdêr tevlî tetbîqatê bûn.

Tetbîqata ku ev hefteyeke dom dike, wê heta roja Înê dewam bike. Navê tetîqatê ‘Qiralê 1’ê yê Ereb’ hatiye lêkirin. Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Misrê ve hatiye kirin, bi tetbîqatê ‘kapasîteya xebatê ya hevpar a hêzên cuda’dide nîşandan.

Serfermandarê Giştî yê Misrê Mûhammed Ferîd jî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Yek ji tetbîqatên herî girîng a Erebên herêmê ye.” û wiha dom kir: “Dema ku hedefên hevpar ên netewa Ereb gef dikin li ber çavan bê girtin, sûd daye pêşketina hevkariya leşkerî.”

Serokkomarê Misirê Abdul Fettah El Sîsî, di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de diyar kiribû ku di rewşekê de ku ewlekariya welatên kendavê bê gefkirin, wê leşkerên welat mudaxele bikin.