29 parlementerî daxwaz kir ku biryara cezakirina çalakavanên Behdînan bên rastkirin
29 Parlementerên li Parlementoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku biryara cezakirina çalakvanên siyasî yên Behdînanê bên rastkirin.
29 Parlementerên li Parlementoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku biryara cezakirina çalakvanên siyasî yên Behdînanê bên rastkirin.
Ji Parlementoya Herêma Kurdistanê 29 parlemenerî piştî Dadgeha Temîziyê biryara xwe ya li ser 6 sal girtina çalakvanên Behdînanê da û şûnde daxwaza kir ku ev biryar li ber çavan re bê derbaskirin û bê rastkirin.
Parlementeran di daxuyaniya hevpar û îmze kirine de gotiye: “Di dema dadgehkirinê de nûnerên me li salonê bûn û ti belgehek nehate nîşandan ku ev kes bên cezakirin û ji bo wê daxwaza azadiya wan dikin.”
Parlementeran sedema rastkirina biryarê jî wiha rêz kir:
“Di dema lêkolînkirina li ser kesên gumanber, nêzîkatiya yasayî nehatiye kirin û parêzer ji bo wan nehatiye amadekirin.
Ew mikurhatinên li dosyayan de di bin çavdêrî û zextan de hatiye girtin.
Serdanên van kesan ên ji bo seferetxaneya Emerîka û Elmanya yên li Hewlêr û girtina alîkarî ji bo karên çalakiyên sivîl jî weke sûc ji bo wan hatiye diyarkirin. Ev karekî yasayî ye, salên dûr û dirêj sazî û rêxirawên sivîl yên hikûmî û nehikûmî yên li Kurdistan bi dewam ji aliyê sefaretxaneyên ev du welatû welatên din ve alîkarî kirine û alîkarî dikin.Tenê hevpeyman bi berdewamî her mehê alîkarî bi hêzên pêşmerger re dike.
Amadebûna aliyê gilîkar ku asayîş bû, di nava hola dadgehê de weke parêzvan, di heman demê de weke gilîkar berevajiya yasaye. Tenê tevgera wê hêzê ya bêyî fermana dadwer ev yek nîşan da ku ew hêz di nava dadgehê de serdeste.”
Hebûna hêzên asayîşê weke
NAVÊN PARLEMENTERAN
Navên Parlementerên hevpar banga azadkirina girtiyên behdînan kirin wiha ne:
Gulistan Seîd
Ebdulstar Mecîd
Dr. Kazim Farûq
Dr. Şêrko Cewad
Elî Hemesalih
Serko Azad Gelalî
Ebûbekir Heladnî
Hawrê Ame Star
Dr.Şayan Eskerî
Serçinar Ehmed
Şîrîn Emîn
Mijde Mehmûd Muhemmed
Osman Kanî Kirdeyî
Sîpan Salim Amêdî
Kawa Ebdulqadir
Hîz Ehmed Muhemmed
Daban Muhammed
Aşna Ebdullah Qadir
Rûpak Ehmed Rehman
Mûslîm Ebdullah Qesrî
D.Hewraman Geçêneyî
Celal Muhemmed Emîn
Şaxewan Rewif
Belên Îsmaîl
Goran Omer
Yasîr Xidir
Rizgar Şehîd Heme Negreyî
Bedriye Îsmaîl Mehmûd
Omer Gulpî