255 milyon kes ji ber alkol û tûtinê mirin

Li gorî raporekê ku li ser bikaranîna narkotîka qanûnî û îllegal, ji ber alkol û çixareyê 255 milyon kes di nava salekê de mirin.

Rapora li ser sala 2015'an a der barê bikaranîna narkotîka qanûnî û ne qanûnî, nîşan da ku maddeyên narkotîkê yên herî zêde zerarê didin tenduristiya mirovan, alkol û tûtin in.

17 lêkolînerên ji zanîngeha Bristrol a Galler a Başûr a Nû ya li Awûstralyayê û Koleja Londonê ya li Brîtanya Mezin, raporên ofîsa li dijî sûc û narkotîkê û enstîtuya daneyên tenduristiyê yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Neteweyên Yekbûyî lêkolîn kirin. Di lêkolînê de statîstîkên li ser nexweşî û mirina ji ber madeyên narkotîkê yên qanûnî û ne qanûnî hatin amadekirin.

Di encamê de rewşeke tirsnak derkete holê. Li gorî vê yekê, madeyên narkotîkê yên herî zêde tên bikaranîn, alkol û tûtin in. Li gorî herêmên din ên cîhanê, alkol û tûtin herî zêde li herêmên Navîn, Rojhilat û Rojava yên Ewropayê tên bikaranîn. Li van herêman salane 11.61, 11.98 û 11.09 lître alkol ji aliyê her şexsekî ve tê vexwarin. Li heman herêmên Ewropayê, eşkere bû ku bikaranîna madeya narkotîkê ya li derveyî qanûnan gelekî kêm e. Li gorî raporê, sala 2015'an herî kêm yek ji 20 kesan esrar bi kar anîne. Hate destnîşankirin ku bikaranîna amfetamin, opioid û kokainê hê kêmtir e.

Dewletên yekbûyî yên Amerîka û Kanada ew welat in ku herî zêde esrar, opioid û kokain lê tê bikaranîn. Li Awûstralya û Zelanda Nû jî bi giranî amfetamin tê bikaranîn.

Li Afrîka, Karabîk, Latîn Amerîka û herêmên Asyayê, li ser bikaranîna madeyên narkotîkê ya jî bandora wan a li tenduristiyê dane nînin ya jî kêm hene. Lêkolîner dibêjin, divê ev herêm ji nêz ve werin şopandin, ji ber ku bikaranîna madeyên narkotîkê dibe ku gelekî zû li van herêman rû bide.

Li gorî lêkolînê, li gelemperiya cîhanê 170,9 milyon kesên tenduristiya wan baş bû ji ber tûtinê, 85 milyon kes ji ber alkolê û 27,8 milyon kes jî ji ber narkotîka ne qanûnî jiyana xwe ji dest dan.

Sala 2015'an bi giştî 255 milyon kesên tenduristiya wan baş bû ji ber alkol û tûtilê jiyana xwe ji dest dan.