Pêla koçberan a ber bi Spanyayê ve dewam dike

Roja Yekşemê li peravên Spanyayê yên Derya Spî zêdeyî 200 koçber hatin rizgarkirin.

Berdevkê servîsên alîkariya destpêkê ragihand ku 211 koçberê li 21 keştiyan li Neqeba Cebelîtarik a navbera Spanya û Fasê hatine rizgarkirin. Hate gotin, rayedar wê koçberan bibin bendergeha Algesîrasê ya li Endulusê ku li başûrê Spanyayê ye.

Hêzên ewlekariya peravên Spanyayê rojên În û Şemiyê jî 1200 penaber li derya Spî rizgar kriibûn.

Spanya îsal ji Îtalyayê jî derbas bû û bû rêya destpêkê ya ku koçber di ser wê re hewl didin xwe bigihînin Ewropayê.

Tê payin Wezîrê Karên Hundir ê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska ji bo xurtkirina hevpariya li ser mijarên koçê û têkoşîna li dijî 'terorîzmê' serdana Morîtanyayê bike û bi hempîşeyê xwe yê Morîtanyayî re rûnê.

Wezîrê Karên Hundir dema serdana bendegeha Algesîrasê kir daxuyaniyek da û got, pêwîste di asta Ewropayê de çareserî ji pirsgirêka koçberiyê re bê dîtin.

Biryara hikumeta Îtalyayê ya girtina bendergehan li koçberan, kir ku koçber di ser Cezayîr an jî Fasê berê xwe bidin Spanyayê.

Ji destpêka salê ve 20 hezar û 992 koçberan xwe gihandin peravên Spanyayê. Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di vê rêwîtiyê de herî kêm 304 koçber mirine.