16 eyalet li ber biryara Trûmp a têkildarî dîwar rabûn

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji bo peydakirina fînansmana pêwîst a ji bo çêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê rewşa lezgîn a neteweyî ragihand, 16 eyalet li ber rabûn û ketin nava hewldanên hiqûqî.

Li dadgeheke federal a li San Francîscoyê giliyê biryara Trûmp hate kirin. Di gilînameyê de hate ragihandin, biryara Trûmp li dijî du xalên Destûra Bingehîn e. Ya yekemîn; xala li ser prosedura qanûnî, ya din jî ew e ku gotina dawî ya li ser qada fînansmana cemaweriyê ji aliyê Kongreyê ve tê gotin.

Di gilînameyê de her wiha hate ragihandin, bandora dîwar a li ser hawirdorê nehatiye hesabkirin, lewma qanûna parastina hawirdorê jî hatiye binpêkirin.

Xwediyê serlêdanê diyar kir, Trûmp welat bi destê xwe dixe nava krîzeke destûra bingehîn.

Gilî destpêkê ji aliyê serdozgerê Kalîforniyayê ve hatibû kirin. Dozger diyar kiribû ku mafê eyaleta wî û eyaletên din e ku bikevin nava hewldaneke bi vî rengî, ji ber ku rîsk heye di rewşa projeyên leşkerî û felaketan de ew pereyê ji bo rewşa lezgîn tê veqetandin winda bikin.

Eyaletên ku li ber ragihandina rewşa lezgîn a ji bo dîwar radibin: Kaliforniya, Colorado, Connecticut, Delaware, Hawai, Illinois, Maine, Maryland, Michigan, Minnesota, Nevada, New Jersey, New Mexico, New York, Oregon û Virginia.

Tevî mûxalîfên demokrat, gelek senatorên komarger jî daxuyaniya Trûmp rexne kirin û diyar kirin ku rê li ber pêvajoyeke metirsîdar hatiye vekirin.