1'ê Gulanê Parîs li ser êgir e!

Li Fransayê demeke wiha ku bêhna civakê zêde teng bûye, sendîka, partiyên siyasî, Qutikzer, hawîrdorparêz, anarşîst û rêxistinên ku temsîla beşekî mezin ê civakê dikin xwe berdidin kuçeyan.

Li Parîsê ku bi mehan e çalakiyên Qutikzeran didomin, bi bêhtengiya civakî 1'ê Gulanê dest pê kir.

Hikûmetê dîsa bi tevdîrên qedexekar bersiv da çalakiyên 1'ê Gulanê. Li gelek bajaran hate qedexekirin ku li hin cihan çalakî werin kirin. Li Lyon, Caen, Haute-Garonneyê li hin deveran ji bo hin saetan qedexe hate danîn.

Ji ber 1'ê Gulanê hikûmetê di serî de ''Black Blocs'' bi tirsa ku komên anarşîst wê xwe berdin nav kuçeyan tevdîrên polîsî hatin jidandin. Tenê li Parîsê 7.400 polîs û jandarma hatin peywirdarkirin. Tê gotin li Parisê heta niha gelek kes hatine destgîrkirin. Rayedar dibêjin nêzî 2 hezar ''aktivîstên radîkal'' dibe ku xwe bixin nav çalakgeran.

BANGA, PARÎSÊ ''VEGUHERÎNIN PAYTEXTA GLOBAL A SERHILDANÊ''

Par, dema meşa 1'ê Gulanê atkivîsên Black Blocsê li Parîsê McDonalds dabûne ber molotofan.

Li gel sendîka û partiyên siyasî Qutikzer jî vê 1'ê Gulanê wê li kuçe û kolanan bin. Qutikzer 27'ê Nîsanê, Şemiyê cara 24'an li tevahiya Fransayê derketibûn kuçeyan. Tê gotin ji Qutikzeran ên ku wê 1'ê Gulanê xwe berdin kuçeeyan ên herî radîkal in. Beriya niha jî komên anarşîst bang kiribûn ku 1'ê Gulanê Parîsê bikin ''veguherînin ser paytexta global a serhildanê''.

LI HER DEVERÊ ÇALAKÎ

Rayedaran her wiha li Parîsê gelek kargehên li ser rêgeha meşê da girtin. Li Parîsê tevahiya rojê nêzî 30 stesyonên metroyê wê girtî bin.

Li tevahiya welêt sendîkavan li sedan cihî organîzasyona çalakiyê kirin. CGT, , Force ouvrîere (FO), FSU, Solîdaîres, sendîkaya xwendakarên lîseyê UNL û sendeîkaya xwendekarên zanîngehê UNEF bang kirin ku li tevahiya welêt çalakî werin kirin.

Li gorî Wezareta Navxwe li Fransayê wê 115 hezar derkevin kuçeyna, li Parîsê tenê wê 25-35 hezar kes tevlî çalakiyan bibin.