Zilm û zordariya AKP'ê ya li Sûrê mezin dibe

Xaniyên li Sûrê, ku ji aliyê saziya rantê ya AKP'ê TOKÎ ve hatine desteserkirin, tevî alavên tê de tên hilweşandin. Av û elektrîk li ser şêniyên taxan hatin birîn.

Sûr a 6 hezar salî, ku yek ji bajarên herî kevn ên Kurdistanê de ye, tê xerakirin û ji mirovan tê xalîkirin. Xaniyên ku bi navê "cemawerîkirina bi rengekî lezgîn" ji aliyê TOKÎ ve hatin desteserkirin, yek bi yek tên xerakirin. Gelê qedîm ê vê derê jî ji bo ji malên xwe dernekeve, li ber xwe dide.

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê her roj çend xanî tên xeraikrin. Av û elektrîka li van taxan ev hefteyeke li ser welatiyan hatine birîn. Şêniyên taxan, ji Dêra Çeltîk û mizgeftên li derdorê avê dibin malên xwe û bi vî rengî li pêşberî zilm û zordairyê serî natewînin. Ji ber ku elektrîk nîne, jin xwarina xwe li ser êgir çêdikin. Kincên xwe jî di ava kelandî de, ku li ser êgir dikelînin, dişon. Zarokên van taxên dîrokî, di nava xirbeyên xaniyan de ji xwe re dilîzin.

AVA LI SER XANIYAN HATIYE BIRÎN, LI ASFALTÊ TÊ REŞANDIN

Jinên ku mîna her salê xwe ji zivistanê re amade dikin, ji ber çûyina cîranên xwe, zebzeyên xwe dikin konserve. Qeyûmê ku av li ser welatiyan birî ye, li pêşiya taxê lûleyên avê qut kiriye, lewma av belasebep diherike. Dewlet, weke rêbazeke cezakirinê avê nade welatiyan, lê li asfaltê direşîne. Komek ji AKP'yî duh danê sibehê tevî bi sedan polîsan ketin taxê û piştî ku nekarîn şêniyên Sûrê îqna bikin, gefa "Eger hûn ji xaniyên xwe dernekevin, em ê bi serê we ve birûxînin" li wan xwarin. Polîs jî li nava malan geriyan û gefa "Eger hûn ji vir dernekevin, em ê bi serê we ve birûxînin" xwarin. Çend saet piştî van gefan, makîneyên kar 2 xanî bi alavên tê de hilweşandin.

LI KOLANA XWE BI TENA SERÊ XWE MA

Pîra Eyşê ya 80 salî, li nava xirbeyên li dora mala xwe rûdinê û bê dengî li dora xwe dinere. Li kolana lê ye tenê xaniyê wê xera nebûye. Jina extiyar dibêje, "Çi dikin bila bikin, em ê ji xaniyê xwe dernekevin. Hemû xaniyan xera dikin, hewl didin me ji cih û warên me bikin. Ez bi tena serê xwe jî bimînim, ez ê vê derê neterikînim." Pîra Eyşê anî ziman, ku di berdêla xaniyê wan de xwestine pere bidin wan û got, "Bi pereya nikarin mala me, jiyana me bikirin" û nerazîbûn nîşanî vê pêşniyara dewletê da.

XANÎ BI ALAVÊN TÊ DE XERA KIRIN

Mehmet Guneş, ku ji ber av û elektrîk li ser hate birîn tevî çend alavên xwe yên zarûrî bi malbata xwe li xaniyekî ji du odeyan ê li derveyî Sûrê bi cih bû, dema ku bihîst xaniyê wan bi alavên tê de hatiye hilweşandin, berê xwe da taxê û tenê xirbeyê xaniyê xwe dît. Guneş anî ziman, ji ber projeya TOKÎ jiyan li wan herimiye û got, "Piştî ku TOKÎ dest pê kir, ji me re gotin, 'ji xaniyên xwe derkevin, em ê xera bikin'. Piştî ku em jê derketin gotin, 'vegerin, proje betal bûye'. Em diçûn û dihatin. Ji bo xaniyên xwe nedin, me doz li TOKÎ vekirin. Roja 15'ê Îlonê wê rûniştina me ya dozê dest pê bike. Lê belê li benda biryara dadgehê neman û xaniyên me bi serê me ve rûxandin. Dibêjin, 'hûn bixwazin an jî nexwazin, em ê hilweşînin'. Heta ku em gihîştin xaniyê xwe, xera jî kirin."

Guneş diyar kir, ku ew bi zordarî ji xaniyê xwe yê bi tapû hatine derxistin û anî ziman, taxên ku ji 4 nişfan e ew lê dijîn, perîşan kirine. Guneş ragihand, ji roja destpêkirina hilweşandina Sûrê û vir ve muteahîtên li bajêr li pey firsendê ne û bal kişand ser buhabûna kirê ya xaniyan: "Li nêzî otogara navçeyê, li kêleka parzîngehê, li cihekî nêzî sergo, 600 lîre heqê kirê ji me distînin. Ji Xwedê bitirsin. Xaniyê me heye, em bê xanî nînin. Muteahît jî ji vê dixwin. Ew jî li pey firsendan e."