Zarokên Efrînî piştî 3 mehan ji nû ve dest bi perwerdeyê kirin

Zarokên Efrînî yên li Kampa Berxwedan dimînin, piştî 3 mehan ji nû ve dest bi perwerdeya xwe kirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mabûn navberê bidin perwerdeyê.

Zarokên Efrînî ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê; El Nûsra, El Qaîde û DAÎŞ'ê ji neçarî koçî Şehbayê kirin, piştî 3 mehan ji nû ve dest bi perwerdeya xwe kirin.

Perwerdeya zarokên Efrînî li Kampa Berxwedan a li nehiyeya Fafînê dest pê kir. Bi wesîleya vebûna dibistanê li kampê merasîmek hate kirin. Rêveberiya Kantona Efrînê, rêveberiya kapmê, mamoste, malbatên zarokan û zarok tevlî bûn.

Bi navê Kongreya Star Leyla Îbîş axivî û diyar kir ku vebûna dibistanan bersiveke li êrîşên dagirkeriyê. Ji Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Şervan Hemo jî anî ziman ku yek ji armancên dagirkeran tinekirina çand û zimanê Kurdî ye û got, li her cihê ew lê ne wê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.

Piştî axaftin û stranan, zarokên heta pola 6'an dest bi perwerdeyê kirin.