Yuksekdag daxwaza berdana Demîrtaş kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku dîl girtî ye, daxwaza berdana Demîrtaş kir. Yuksekdag got, "Ji wan hebû ku bi girtinê wê hêviyê biqedînin. Me serî ne tewand, serê me timî bilind e."

5. Rûniştina doza ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya dîlgirtî Fîgen Yuksekdag bi awayekî girtî lê tê darizandin, li kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Sefîrê Bilind ê Swêdê û heyeteke navneteweyî ji bo şopandina rûniştinê hatin, lê nehiştin bikevin salonê.

Yuksekdag beriya dest bi axaftina xwe bike, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenter û kesên din ên hatin dozê bişopînin silav kir.

Çend ji xalên sereke yên ku Yuksekdag di axaftina xwe de destnîşan kir wiha ne:

- Di vê dema krîtîk de nahêlin ku em bi erk û wezîfeya xwe rabin. Astengkirina me sûc e. Ev sûc jî ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin ku dest li dadgeriyê werdide.

- Dadgerî mixabin dibe şirîkê sûcê desthilatdariya siyasî. Desthilatdariya siyasî ku bi têkbirina sîstema cemaweriyê me sûcdar dike, wan bi xwe zerareke mezin dane sîstema cemaweriyê.

'QAŞO WÊ ME LI DERVEYÎ SIYASETÊ BIHIŞTA'

- Bi girtina me re qaşo em li derveyî siyasetê hiştin. Wê ti carî nikaribin vê bikin. Hevalê me Selahattîn Demîrtaş îro di navenda siyasetê de ye.

- Desthilatdariyê hewl da me tasfiye bike. Bû sal û nîvek, lê jê nehat. Îro Selahattîn Demîrtaş namzetê Serokkomariyê ye, dibe ku sibe bibe Serokkomar.

- Dengê me li Amed, Wan, Stenbol, Rîze, Antalyayê vedide. Em dengê demokrasiya pir alî ne. Hûn dikarin me bigirin, lê hûn ê nikaribin rengîniya me dîl bigirin.

'SERÊ ME BILIND E'

- Em hê jî hêvî ne. Ji wan hebû ku bi girtinê wê hêviyê biqedînin. Me serî netewand, serê me timî bilind e. Heta ji we tê bigirin, em îradeya vî gelî ne, em ê serî netewînin.

- Di nava van şert û mercan de wê çawa hilbijartinê bikin? Heta niha wekîliya 11 parlamenteran xistin. Tevî vê yekê jî ji gel re dibêjin; biçin ser sindoqan, namzetê xwe hilbijêre, lê belê eger ez neecibînim, ez ê wekîliya wê/î bixînim.

- Kêfa desthilatdariya siyasî ji tiştên xweş ên li vî welatî, ji demokrasiyê nayê. Şer dike. Naxwaze li welêt hilbijartineke demokratîk û azad pêk were. Ji ber ku zane, eger hilbijartineke demokratîk bibe, em ê bi hev re bi ser bikevin. AKP wê winda bike. Lewma Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê dihêlin.

'DIVÊ DEMÎRTAŞ BÊ BERDAN'

- Ji nava 6 namzetên Serokkomariyê tenê Selahattîn Demîrtaş nikare bi rengekî azad ji bo hilbijartinê bixebite. Darizandina Demîrtaş bi rengekî girtî, şermeke ku li dîroka vî welatî hatiye nivîsandin.

- Min heta niha daxwaza berdana xwe nekir, ez ê îro jî nekim. Lê ji bo Demîrtaş daxwaza berdana wî dikim.

- HDP, çawa ku li gel girtina 5 hezar endamên xwe û zext û zordariya siyasî li ber xwe da, wê di 24'ê Hezîranê de jî bi rengê herî xurt xwe nîşan bide.

- Weke hevseroka partiyê eger ez li salona dadgehê têm darizandin, gelo partiya min wê çawa karibe bi awayekî azad karê hilbijartinê bike?

- Benda hilbijartinê hê li dijî HDP'ê bi kar tînin. Em ê wê bendê hilweşînin. Bila her kes ji vê bawer be."