YPG'iyê Amerîkî: Felsefe pirs e, Rojava jî pirsên girîng dike

Şervanê YPG'ê yê Amerîkî Rodî Xwendekar, ku li welatê xwe xwendekarê felsefeyê bû, destnîşan kir, ku Şoreşa Rojava pirsên girîng dike û bersivên cazîb dide tevahiya cîhanê.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê şervanekî xwe yê Amerîkî Rodî Xwendekar, ku xwedekarê felsefeyê bû, weşand.

Di dîmen de şervan Rodî Xwendekar dibêje, ku ew beriya niha bi 2 mehan ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hatiye Rojava û wiha dewam dike: "Ez Amerîkî me. Beriya ez bêm vê derê, ez Xwendekar bûm û min li ser fîlozofiyê dixwend. Ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava ez hatim vê derê. Felsefe pêwendiya xwe bi pirsan heye û Şoreşa Rojava jî pirsên girîng dike. Ji bo tevahiya cîhanê jî bersivên cazîb dide."

Rodî Xwendekar dibêje, "Li vê derê, mehekê beşdarî perwerdeya ziman, îdeolojîk û xweparastinê ya li akademiyekê bûm. Û niha tevî hevalên xwe, li Reqayê me."