YPG'ê li Efrînê li dagirkeran da: 4 çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete 3 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di çalakiyan de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, li navenda Efrînê û bejahiya navçeyên Cindirêsê û Bilbilê, li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete 3 çalakiyên sabotajê hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, tîmeke YPG'ê roja 7'ê Kanûnê li bejahiya gundê Dêbelûtê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, li dijî wesayiteke leşkerî ya çeteyên Ehrar el-Şam çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

Navendê diyar kir, 8'ê Kanûnê li rojavayê navenda bajarê Efrînê li dijî wesayiteke koma çete ya bi navê Ehrar el-Şerqiyek tîmeke YPG'ê çalakiyeke sabotajê kir. Hate gotin, di çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê li ser hejmarê agahiyeke zelal bi dest neket.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "8'ê Kanûnê tîmeke me li ser rêya gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê, li dijî wesayiteke leşkerî ya koma çete ya Sûltan Mûrad çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin."