YPG'ê li Efrînê lê da: 2 leşker û 3 çeteyên Tirk hatin kuştin

YPG'ê li Efrînê derbeke din li hêzên dagirker da. Di çalakiyan de 2 leşker û 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG'ê roja 20'ê Îlonê li ser rêya navbera gundên Xalta û Gobelê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê li wesayiteke leşkerî dan. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku yekîneyên YPG'ê li ser rêya navbera navçeyên Raco û mabetayê jî li wesayiteke leşkerî dane.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku di vê çalakiyê de 3 çeteyên koma bi navê Sûltan Mûrad hatin kuştin û 3 çekên kalaşnîkov ji ser çeteyan hatin rakirin.

Li gorî daxuyaniyê navê çeteyên hatin kuştin wiha ye: Xalid El-Ragib (Hema), Elî El-Berhum (Hums), Xulif el-Xutanî (Şam).