'Ya ku li fîlmê Yol hatiye kirin, qetlîam e'

Ji hevkarên berê yê fîlm Edî Hûbschîd nerazîbûn nîşanî versiyona nû ya fîlmê Yol da û got, "Ev yek qetlîam e."

Fîlmê "Yol (Rê)" yê Yilmaz Guney, ku di sala 1982'an de xelata "Palmiya Zêrîn" wergirt, piştî 35 salan bi versiyoneke nû li Festîvala Fîlman a Cannesê hate nîşandan. Di fîlm de gelek guhertin hatin kirin. Ji hevkarên berê yê fîlm Edî Hûbschîd nerazîbûn nîşanî versiyona nû ya fîlmê Yol da û got, "Ev yek qetlîam e."

Fîlmçêkerê Swîsreyî Donat Keûsch, ku mafê vî fîlmî di destê wî de ye, di bin navê 'Yol - The Full Version' de fîlm ji nû ve amade kir. Fîlm di çarçoveya beşa 'Cannes Classîcs' de roja 19'ê Gulanê li salona Bûnûelê hate nîşandan. Tevî ku fîlm gelekî bal kişand, her wiha gelek nîqaş jî bi xwe re anî. Bi taybetî hin sehneyên cuda li fîlm hatine bicihkirin û bi çîroka wê hatiye lîstin. Di vesiyona nû de nivîsa "Kurdistan" ji fîlm hatiye derxistin.

'YOL A ORJÎNAL DI SALA 1982'AN DE XELATA PALMIYA ZÊRÎN GIRT'

Hevkarê berê yê Donat Keûsch û hevalê Yilmaz Guney Edî Hûbschmîd hatina Guney ber bi Ewropayê, dema amadekirina çîroka fîlm û serlêdana Cannesê ji ANF'ê re nirxand. Hûbschmîd anî ziman, ku ji bo Yilmaz Guney ji Tirkiyeyê derxînin ew xebitîn û di nava şert û mercên zehmet de hatiye vê derê. Edî Hûbschmîd diyar kir, Guney tevî çîroknivîsa Swîsreyî Elîzabeht Waelchlî re çîroka fîlmê 'Yol' amade kiriye û wî bi xwe serî li Cannesê daye. Hûbschmîd destnîşan kir, ku li ser daxwaza festîvalê, Yilmaz Guney bi xwe versiyona dawî ya fîlmê ku di sala 1982'an de xelata 'Palmiya Zêrîn' bi dest xist, amade kiriye.

'YOL BI VÎ RENGÎ YILMAZ GUNEY TEMSÎL NAKE'

Edî Hûbschmîd ji bo fîlmê 'Yol' got 'berhema hêja' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yol berhemeke hêja û şaheser e. Guhertina fîlmekî bi vî rengî piştî 35 salan ji bo berjewendiyan, nêzîkatiyeke populîst û oportunîst e. Derxistina nivîsa Kurdistanê ji nava fîlm, şaşitiyeke mezin e. Bi dîtina min, ji bo fîlm li Tirkiyeyê were nîşandan nivîsa Kurdistanê jê hatiye derxistin. Bi awayekî vekirî ji bo berjewendî û pereyan hatiye kirin. Di salvegera 33 a wefata derhêner de, guhertina fîlmê wî bi vî rengî, qetlîam e. Bi ya min, fîlmê 'Yol' bi vî rengî Yilmaz Guney temsîl nake."