Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin eşkerekirin

Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û ya Mûsa Anter hatin eşkerekirin.

Xwediyê xelatên Pêşbirka 26’emîn Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter yên îsal diyar bûn. Pêşbirka ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşam  ve di 5 beşan de hat lidarxistin, encama xelatan diyar bû.

 XELAT

Di beşa nûçeyên Tirkî de, ji Rojnameya Karinca Bekîr Avci, bi nûçeya “Ji Antena Çanak ber bi Vîrelessan: Li bajarê Kurdan pratika nûçestendinê" bû yekemîn. Xelata Jûriya Taybet a Nûçeyên Tirkî Nûçegîhanê Arti Gerçekê Rifat Dogan; bi nûçeya “Ji bo dosyayên kujer nediyar bişewitînin dişandin SEKA'yê" û Nûçegîhanê Bîrgunê Ugur Şahîn bi nûçeya “Bajarê Sakin ku rojê 300 kamyon derbas dibin; Trakya bi tevahî ji çavên xwe derxistine" xelat wergirtin.

Di beşa nûçeyên kurdî de Nûçegîhanê Rojnameya e-rojname Zeynel Bulut bi nûçeya “Li Ser şopa dîrokê: Gundê Melekê Tawîs Tawîsî”  Xelata Jurîya Taybet wergirt. 

Di beşa wêneyan de jî Nûçegîhanê Rojnameya Fersûde Hayri Tunç û Nûçegîhanê Rojnameya Cûmhûriyetê Vedat Arik bi wêneyên di çalakiya Dayikên Şemiyê ya Hefteya 700’emîn de kişandin xelata 1'emîn wergirtin. 

Xelata Juriya Taybet a Wêneyan jî bi wêneyê êrîşa bombeyî ku 21 welatiyên sivîl li Efrînê jiyana xwe ji dest dan, dan Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Nazim Daştan.

Di beşa karîkatur de jî xelat dan 2 berheman. Jûrî xelat da karîkaturên berhemên Ozgur Evran û Beşir Geroglu. Di beşa nûçeyên jinê de jî Nûçegîhana Ajansa  Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel, bi nûçeya “Li Bajarê Çadirî yê Telhamutê jin ji bo paketek şîr neçarî fihuşê dikin" xelat wergirt.  Xelata Rûmetê ya Jûrî jî dan Dayikên Şemiyê. 

 APÊ MUSA DÊ LI CIHÊ LÊ HAT KUŞTIN BÊ BIBÎRANÎN

Beriya xelatên Mûsa Anter bên dayîn, di 20'ê Îlonê saet di 11.30’an de dê Mûsa Anter li cihê ku 26 sal berê lê hat kuştin li taxa Seyrantepe ya Amedê bê bibîranîn. Di heman rojê de piştî nîvro jî wê biçin Gundê Stilîlê yê Nisêbîna Mêrdîn û Anter li ser gora wî bi bîr bînin. 

MERASÎM LI STENBOLÊ PÊK TÊ

Bernameya Xelatên Pêşbirka 26’emîn Rojnamegeriya Şehîtên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter wê îsal di 22'ê Îlonê de li Stenbolê pêk bê. Xelat, wê saet di 18.00’an de li avahiya Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ya Beyoglu Karakoyê bi merasimekê bê dayîn.