Xelatên Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin dayîn

Festîfala Wêje ya Oman Sebrî ku cara duyemîne pêk tê piştî merasîma xelatdayînê û şûnde bi dawî bû. Festîval diyarî berxwedêrê Efrîn û Şehbayê hatin kirin.

Festîvala 2’emîn a rewşenbîrê Kurd Osman Sebrî bi aktîvîteyek û merasîma xelatê bi dawî bû.

Festîval ji aliyê Komîteya Wêje ya Kantona Qamişlo ve li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin, gelek kesên ji bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûn. Festîval 3 rojan dom kir.

Festîvala ku jiyana Osman Sebrî, guhdarkirina helbestan a bi Erebî, Kurdî, semînerên çîrok û helbestên Kurdî, dengbêj û muzîkan destpêkiribû bi merasîma xelatdayînê ve bi dawî bû. Festîval diyarî berxwedêr û gelê li Şehba û li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin hate kirin.

Navê kesên di beşên cuda yên festîvalê de hêjayî xelatê hatî dîtin wiha ne:

Çîrokên Kurdî: Neriman Evdikî, Mistefa Mistefa, Lema Elî

Helbestên Kurdî: Fatmê Sîdo, Îsmail Heci Mûrad, Lewend Yusif

Gotarên Kurdî: Pêşeroj Cewherî

Çîrokên Kurdî: Cuma El Heyder, Ciwan Silo, Brahîm Îshaq

Helbestên Erebî: Xidir Hemadî bin Hemadî, Brahîm Berekat, Ehmed Yûsif, Mistefa Sîno

Gotarên  Erebî: Xalis Misewer, Cemîla Mihemed, Reşîd Ebbas