Xelatên pêşbirka Wêjeyê ya Şehîd Denîz Firat hatin dayîn

Xelatên 4’emîn Pêşbirka Wênekêşan Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a diyarî şehîdê çapemeniya azad Rizgar Denîz hate kirin, hatin dayîn.

4’emîn Pêşbirka Wênekêşan Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a bi pêşengtiya YXA’ê li Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li salona konfaransê bi amadebûna sedan bejdarvanan, nûnerên saziyan û mêvanên derve bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de dayika Şehîd Denîz Firat Sultan Yildiztan axivî û got: “Ez ê heta dawî şopdarê rêya Denîz û Rizgar bim.”

Li ser navê malbata Şehîd Rizgar Adanmiş xwişka wê axivî û ev tişt got: “Denîz û Rizgar cihê xwe didile me de kirine. Ez gelek kêfxweşbûm ku ev pêşbirk ji bo Rizgar hatiye amadekirin. Ew di koçberiyê de mezin bû û şehîd ket. Dema ku Denîz şehîd ket Rizgar soz da ku kamêreya wê li erdê nehêle heya şehîd ket. Ez jî li vir soz didim kamereya wî li erdê nehêlim. Ez ê li ser şopa wî bimeşim.”

Piştî axaftinan kesên hêjayî xelatê hatin dîtin, xelatên wan hatin dayîn.

Di rêze bernameyê de sînevizyona ku ji bo Şehîdên Çapemeniya Azad Şehîd Denîz Firat û Şehîd Rizgar Adanmiş hatî amadekirin hat nîşandan.

Piştî temaşekirina sînevizyonê merasîma xelatdayînê destpê kir.

Navê kesên xelat girtîn û cihên jê tevlî bûyîn:

Kurdî / Kurmancî – Helbest

1’emîn; Lokman Akbaba, Dilsoziya Gulanê, Zîndana Tekîrdax Tîpa F

2’emîn; Salahadîn Yusuf, Çiraya pêşîn, Efrîn niha li Kobanê ye

3’emîn; Abdulrizaq Şîmşek, Rewneqa Delala Madî, Zîndana Diyarbekir, tîpa T

Kurdî/ Kurmancî – Çîrok

1’emin Abdûlrezaq Şîmşek, Mêvanê Şevê, Zîndana Amadê Tîpa T

1’emîn; Weysî Tallî, Daweta Sitî Zileyxa û kurê Mîrê Botanê, li Wargeha Mexmûr

1’emîn; Roza Metîna, Mizgîn xêrên der biharan , Mêrdîn li Amedê

2’emîn ; Qedîr Egîd, Û Sêvda tî ma…!, Amûdê niha li Qamişloye

3’emîn; Loqman Akbaba, Soring, Zîndana Tekîrdax Tîpa F

Li ser navê yên ku di pileya yekemîn de cih girtine Roza Metîna axivî û got: “ Di kesayeta Şehîd Rizgar û Denîz de me xelat girt. Wan rol û misyonek mezin di çapemeniya Kurdî de lîstin. Min jî nivîsîna çîroka jinekê hilbijart. Jiber jina kurd di dîrokê de xwediyê rolek girînge, li gel ji dîrokê heta niha her dem êrîşî vîna wê û bedena wê kirine lê wan serî ne tewandine. Em hêza xwe ji Besê, Zarîfeyan û Leyîla Qasiman digirin. Denîz, Rizgar û Dilîş navê xwe di dîrokê de helan û tekoşîna wan a herî mezine.”

Weysî Talî jî ku di pleya yekem de cih girtî, xêrhatina hemû mêvanan kir û got: “Me xwest em xwedî li rêya wan qehremanan derkevin. Em soz didin em ê pênûs û kamereya wan li erdê nehêlin.”

Kurdî – Soranî / Helbest

1’emîn Delîl Mîrsaz, Helbestek qedexe, cihê tevlîbûna pêşbirkê Rojava

2’yemîn, Ezîz Pusat, Xwe nefiroşe, Wargeha Mexmûr

3’yemîn, Medenî Îlhan, Min xewinde ciwanî debinim, Wargeha Mexmûr

Delîl Mîrsaz piştî girtina xelatê hestên xwe wiha anî ziman: “Ez serî de xêrhatina we hemûyan dikim her wisa bi rastî jî di karek wisa de şopandina xeta şehîdane em hemû bi hev re kî ser felsefeya Rêber Apo di meşin carek din yên kû ev pêşbirk amade kirine ez sipasiya wan hemûyan dikim.”

 Welat Kilim jî yê di beşa wênekêşanê de pileya duyemî bi destxist jî diyar kir ku mafê her kesê ye ku xwedî li rêya wan derbikeve. Em carek din bejna xwe li ber hemû şehîdan di tewînin û em ê ser xeta şopa şehîdên xwe bi meşîn.

Tirkî /Çîrok;

1’emîn, Eyîlem Karahan, Saçlarinda bahar kokusu, Dersîm niha li Almaniya ye

2’yemîn, Rayîf Damar, Kuzu çobane ebdal, Zindana Kocaeli Tîpa F

3’yemîn, Orhan Şakar, Babamin kemikleri, Zindana Rîza

 Zimanê Tirkî – Helbest

1’emîn, Adar Umut Heyy Heval, Zindana Erzîncan

2’yemîn, Elî Murat Çelik 1 ışık, Zindana Bolo Tîpa F

3’yemîn Elî Murat Çelik 2 Menfa (1) Zindana Bolo Tîpa F

Beşê Wênekêş;

 1’emîn, Zana Seydî, Rojava

2’yemîn, Welat Kilîm Wargeha Mexmûr

3’yemîn, Aram Berekat Alî Qamişlo

Piştî merasîma xelatan dayînê bi rêzê ve Hazar Uçar, Heval Îskan helbest , Wêjevan Roza Metîna û Heval Baran sitiran gotin.

Di dawiya bermameyê de spasiya hemû sazî û tv alîkarî kirî û ked dayî hate kirin.

Pêşbirk bi dûruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.