Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin

Xelatên 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi merasîmekê li xwediyên xwe hatin belavkirin.

Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî li merasîmê axivî û bal kişand ser girîngiya vê çalakiyê ku 24 sal in tê lidarxistin.

Pêşbirka Çîrok û Helbesta a Huseyîn Çelebî ku ev 24 sal in ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, îsal li bajarê Kassel ê Elmanyayê pêk hat. Pêşbirka îsal diyarî cangoriyên di têkoşîna xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin. Tevî bi sedan xwendekaan, gelek Kurdistaniyên ji bajarên derdorê tevlî merasîmê bûn. Gelek hunermend, helbestvan û siyasetmedar jî li merasîmê amade bûn. Hunemend û komên muzîkê derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêşî beşdaran kirin. Koma govendê ya ji Hannoverê û koma şano ya ji Kasselê jî derketin ser dikê. Salona merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hat xemilandin.

Ji nava bi sedan berhemên îsal hatin şandin, 200 berhem ketin dereceyê. Ev 200 berhem ji aliyê jûrî ve di 24 beşên cuda de hêjayî xelatê hatin dîtin. Berhem ji Kurdistan, Ewropa, Tirkiye û ji girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şandin. Ji ber ku piraniya kesên hêjayî xelatê hatin dîtin li girtîgehan e, xelat li ser navê wan radestî xizmên wan ên li Ewropayê û saziyên Kurd hatin kirin.

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan, rojnamevan Îsmet Kem, bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî weke temsîlî, xelat girtin. Di merasîmê de bi rêya sînevîzyonê jiyana Huseyîn Çelebî hat vegotin.

Li ser navê YXK'ê Denîz Tîmûçîn axivî û bibîr xist, ku weke sazî ev 24 sal in ew vê çalakiyê lidar dixin û got, "Weke sazî bi lidarxistina vê çalakiyê re em dixwazin hem navê Huseyîn Çelebî bidin jiyîn, hem jî tevkariyê li wêjeya Kurd bikin. Ev pêşbirka me karê herî demdirêj ê wêjeya Kurdî ye. Ev gelekî girîng e." Li ser navê JXK'ê jî Hevîn axivîn û wate û girîngiya rojê nirxand.

Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî jî işaret bi girîngiya vê çalakiya 24 sal in li ser navê kurê wî tê lidarxistin kir û got, weke bavekî ew bi vê serbilind e. Çelebî bi Kurdî axivî û got, "Min baş bi zimanê xwe nizanîbûm. Lê min Kurdiya xwe bi pêş xist. Ez bi zimanê kurê xwe hîn bûm. Li gorî min bihuşta li ser rûyê erdê Kurdistan e." Çelebî da xuyakirin, ku ev 24 sal in ew têkoşîna kurê xwe dimeşîne û got, "Lazim e hemû ciwan xwedî li çand û têkoşîna xwe derkevin. Bi vî rengî em dikarin bi ser bikevin."

Piştî axaftinan, merasîma xelatdayînê dest pê kir. Dûre Hozan Xezal, Zele Mele, Xelîl Xemgîn derketin ser dikê.

Berhem û kesên hêjayî xelatê hatin dîtin, bi vî rengî ne:

HELBESTÊN BI KURDÎ

1. Asya Xerzan "Re û Re"
2. Mehmet Çelîk "Xeyal"
3. Dewran Bagişkonî "Tenêbûn"
3. Ebdulkerim Kozî "Kalê Omerî"

ÇÎROKÊN BI KURDÎ

1. Abuzer Kaplan "Wênêyên kavilan"
2. Talip Kalin "Hespên Kovî"
3. Behice Feride Demir "Devhestîfê"

ÇÎROKÊN BI ZARAVAÊ ZAZAKÎ

1. Enver Yilmaz "Şermo Giran"
2. Nûrî Keles "Hêgawo Sur"
3. Eser Guzelçay "Şiwanoyo Kokim"

HELBESTÊN BI ZARAVAYÊ ZAZAKÎ

1. Nûri Keleş "Helepçe"
2. Ahmet Sadik Saner "Beno nêbeno"

BI ZARAVAYÊ SORANÎ

1. Ferhad Çomanî "Derwanime Awêne"
2. Hadî Muhammedî "Gonay xatun û qingî"

HELBESTÊN BI TIRKÎ

1. Dûygû Şahîn "Aci tat"
2. Aynûr Alkan
3. Mazlûm Başboga "Sûr"

ÇÎROKÊN BI TIRKÎ

1. Ûtkû Ustun "Kara Ovanin Ateş Parçaciklari"
2. Fesîh Erdemcî "Kader"
3. Nûpelda Engîn "Serdem"

HELBESTÊN BI ELMANÎ

1. Leyla Kizilcik "Halb"
2. Devrim Amed "Fur die Gefangenen"
3. Wolfgang Kloiber "Die jesidin"

...