Xelatên Cannes tên belavkirin

Festîvala Fîlm a Cannes, îşev piştî merasîma xelatdayînê bi dawî dibe.

70’emîn Festîvala Fîlm a Cannes a Navneteweyî, piştî 10 rojên têr û tije îşev festîval Li Grand Thyeatre Lûmîere ya ku salona herî mezin a qesrê bi merasîma bê lidarxistin ve bi dawî dibe. Di çarçoveya festîvalê de bi dehan fîlm hatin nîşandan. Ji van 19 fîlm ji bo xelata “Palmiyeya Zêr” di pêşbaziyê de ne.

FILMÊN KU DERKETIN PÊŞ

Eleqeyek mezin ji fîlmê Derhênerê Fransî Robîn Campîllo yê “120 Battements par mînûte” û fîlmê hostayê sînemayê Mîchael Haneke yê “Happy End” hate nîşandan. Fîlmê Noamî Kawase ya ‘Radîance’ ya Japon a yek ji 3 derhênerên jin ên beşdarî festîvalê bibûn, mohra xwe li festîvalê da. Fetîh Akin jî bi fîlmê ‘In THe Fede’ ku ji aliyê NSÛ ve hatiye çêkirin û mirina 10 koçberên di nava salên 2000 – 2006’an de li Elmanyayê radixe ber çavan.