Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin

Encamên Pêşbaziya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî diyar bû ya ku ji bo bîranîna Mehmet Aksoy ê ku li Reqayê şehîb bûbû, hatibû lidarxistin.

Pêşbaziya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî ya ku 25 sal in tê lidarxistin, bi encam bû. Bi sedan kes beşdarî merasîma eşkerekirina encamê ya li paytexta Îngilîstan Londonê bûn. Bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî, malbata Mehmet Aksoy jî beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê YXK’ê Elîf Sarican axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna Huseyîn Çelebî û Mehmet Aksoy ji xwe re bikin mînak û xwedî li bîranîna wan derkevin.

PEYAMA RIFAT ÇELEBÎ

Piştî sînevîzyona li ser jiyana Huseyîn Çelebî bavê wî Rifat Çelebî axivî û got, “Ji ber ku ciwan vê têkoşînê didomînin, em îro li vê derê ne. Xwedî li nirxên xwe derkevin, dev ji cewherê xwe bernedin.”

XELATA JI ESTELLA SCHMÎDÊ RE

Di pêşbaziyê de xelatên YXK’ê hatin belavkirin û ‘Xelata Ciwanan’ dan Estella Schmîd. Schmîd bi salan e di nav tevgera Kurdan de cih digire û Huseyîn Çelebî û Mehmet Aksoy rû bi rû nas dikir. Schmîd 30 sal in ji bo Kurdan xebatên dîplomasiyê dike.

MALBATA AKSOY XELAT DAN

Di çalakiyê de Mark Campbell xelata “Hevalê Salê” û xelata “Dayîka Salê” jî diya şehîd Vasîllîkî Scûrfîeld layîq hate dîtin. Campbell û Scûrfîeld ji destê dê û xwişka Mehmet Aksoy xelatên xwe wergirtin.

Xelatên ku di festîvalê de hatin dayîn ev ein:
Çîrokên Bi Kurmancî
Roza Metîna-Têkoşîna Tîpên Qedexe
Mahmût Ronîdar-Şîrê Diya Dewletê
Yaşar Aksû-Qesra Zênî û Peykerên

Helbestên Bi Kurmancî
Siya Jandar-Etîmolojiya Mirinê

Çîrokên Bi Dimilkî
Îsmer Bor- Emozê Boranan
AlÎ Şeker - Amika Serfiroze û Ap Şekir
Helbestên Bi Dimilkî
Îbrahîm Beyaz-Kewê
Helbestên Bi Soranî
Cafer Ibrahîm Resûl-Kobanê
Kemal Zer- Dîmenek li Çiyayê Şengal

Çîrokên Bi Tirkî
Mûrat Kozat-Gar
Mehmet Nûrî Ozen-Li Bin Siya Dara Alûçê
Eylem Kahraman-Rûyê Din ê Madalyonê

Helbestên Bi Tirkî
Edîp Çam-Eşkıya
Mehmet Alî Boran-Bila Qewsika Te Ji Destê Te Nekeve Kuriko
Huseyîn Aslan-Ev Asîman Me Nas Dike

Helbestên Bi Elmanî
Laura Sherin Rebeca - Bam
Devrim Amed - Hunger
Halil Cihan Karadağ - Euphrat
Helbestên Bi Îngîlîzî
Şilan Keskin – Exiled Dreams (Jiyanên ku Hatine Sirgûnkirin)
Shie Raouf – The Art of Cutting Meat (Hunera Jêkirina Goşt)
Maash Frag Phattacharjee – Refugees (Penaber)