TJA'yê Roja Zimanê Dayikê li dayikan û gelan pîroz kir

TJA, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Ji bo parastina pirzimanî û pirçandiya xwe, em banga geşkirina têkoşînê dikin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zimanê Dayikê, hîmê bingehîn ê avakirin û birêvebirina çandê ye. Jiyana civakî, bi ruh, felsefe, huner û zanistiya xwe dispêre zimanê dayikê, ava dibe."

TJA'yê destnîşan kir, ku zimanê dayikê zimanê jinê ye û got, "Jin civakê bi zimanê xwe yê dayikê dike xwedî çand. Qedexeya li ser zimanê dayikê, asîmîlasyon û qedexeyên çandî, tên wateya tinekirina çand û zimanê jinê. Ji ber vê eykê yek ji sedemên herî girîng ên têkoşîna me ya azadiyê, parastina hemû zimanan e ku dewletên netewe dixwazin wan tine bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku jin wê li dijî qiririn û asîmîlasyona ziman, bi çand û zimanên cuda re li ser bingeha sîstema neteweya demokratîk li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têkoşîna xwe geş bikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de TJA'yê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelan û jinan pîroz kir.