Tevgerên gerîla û jinan

Pirtûka Karen Kampwîrth “Tevgerên Gerîla û Jinan’ li Nîkaragûa, El Salvador û li eyaleta Chîapas a Meksîkayê qala wan jinên ku beşdarî tevgerên şoreşê bûne.

Eger sedala 20’an çaxê şoreşê be bêguman Amerîkaya Latîn wê mekanê şoreşê be. Di sedsala 20’an de di nava çend salan de li heman herêmê tevgerên şoreşger-hilweşandina dîktatoran, li dijî newekeviya aborî derketin û pêşengê şoreşa Kuba Che Guevara ku dibêje ‘mirovê nû’ dike armac tevger derketin holê. Lê gelek ji van mirovên nû ne ‘zilam’ bûn. Bi giştî piştî nivî sedsalê êdî bi hezaran jin ev komên mirovan ava kirin.

Mijara pirtûka Karen Kampwîrth “Tevgerên Gerîla û Jinan” tam qala jinan dike. Kampwîrt qala jinên ku ji Nîkaraguayê, ji El Slavadorê û ji eyaleta Chîapas a Meksîakyê beşdarî tevgerên şoreşê û şervantiya wan dike.

Pirtûk ji çar beşan pêk tê û bêşên wê wiha ne;

Rolê Nû yê ji bo Keçên Sandînoyê

Meydana Jinan a li Dijî Rêveberiya Leşkerî ya li El Salvadorê

Raperînek Din a Jinekê: Derketina Holê ya Artêşa Zapatîstayê

Jinûve Nirxandina Tevgerên Jinan û Gerîla: Vegera Kubayê

EDÎSYONA SEDSALA 21’AN: YPJ

Di beşê dawî yê pirtûkê de Kampwîrth li welatê ku hevdîtin kirine, tevlêbûna jinana di nav tevgerên gerîla de, dide ber Kubaya salên 1950'î ku kêm jin tevlî têkoşîna gerîla bûbûn.

Bêguman siberojê edîsyona sedsala 21'ê ya vê pirtûkê jî dikare were kirin û di rewşeke wiha de YPJ û Şoreşa Rojava wê xwedî cihekî girîng be.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka