Tev Çanda Kevana Zêrîn Civîna xwe ya 1’an pêk anî

Tev Çanda Kevana Zêrîn Civîna  xwe ya 1’an pêk anî û got, ‘’em hemû derdorên çand û hunerê, hunermend li dor têkoşîna şoreşgerê kom bibin’’.

Tev Çanda Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan Civîna xwe ya 1’an pêk aniye. Tev Çandê bal kişande ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser qirkirina çandê û neteweya demokratîk jî weke pêşîgirtina vê qirkirinê nîşan da.

Tev Çanda Kevan Zêrîn di daxuyaniya xwe de wiha got;

‘’Bi tevlêbûna hemû qadan, me civîna xwe ya şeş mehan ya Kevana Zêrîn li heremên azad li darxist. Ji bo ku civîna me di meha şehîdan de hate lidarxistin û rastî li roja salvegera şehîdbûna Şehit Mizgîn rast hat, em bi zanîna ku hemu şehîdên me egera azadiyê ne, careke dî diyar dikin ku em  tekoşîna parastina hebûnê û bidestxistina azadiyê  esas digirin û biryardariya xwe  dixwazin bînin ziman. Li ser vê bingehê, di şexsê heval şehid Hakî Karer de, şehîdên xwe ku afirînerê mîrata berxwedaniya çil salî ya Tevgera Azadiye ne, em di serî de, di şexsê şehîdên me yên çand û hunerê de bi mînet bîrtînin û soza xwe ya girêdanê ya bi wan re nû dikin.’’

Tev Çand Kevana Zêrîn bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser çand û hunerê û rêbazên ku bi mebesta veşartina rastiya xwe bi kar tîn û got, di hişmendiya dewleta Tirk re di çareserî nîn e:

DIXWAZIN FAŞÎZMA CIVAKÊ NORMALÎZE BIKIN

‘’ Em di pêvajoyeke ku hemu hêzên desthilatdar, ji bo ku mirovahiyê ji nû ve  ji civakbûnê û nirxên wê yê cewherî qut bike; bi hemu hêza xwe ve, ji bo ku berjevendiyên xwe bi ser bixin, êrîşên xwe didomînin.  Herî pîr jî faşizma TC’ê, pir bi hovane êrîşê tîne ser hemû gelan û nirxê gelan. Qirkirina çandî ji xwe re dike armanc, ji bo ku hîn zêdetir xwe  li ser civakê ferz bike, di demên dawî de rêbazeke taybet bi kar tîne; bi bikaranîna argumentên çand û hunerê yên weke rêze-fîlm, klîp û hwd, dixwaze hemû êrîşên xwe yên hovane rewşa bide nîşandan.

Bi vî rengî jî dixwaze xeta xwe ya faşîzmê di nav civakê de normalîze bike. Bi vê polîtîkayê jî dixwaze qelsiya xwe ya di pêvajoya referandûmê de veşêre û hem jî dixwaze pê êrîşên li ser Rojava û Şengalê binixumîne. Di mercên heyî de ti projeyên çareseriyê yên desthilatdariyê nîn in, projeyên ku bi nav dikin jî naveroka wan pûç û vala ye; an jî di rastiyê de bi armancên veşartî yên bi naveroka dagirkirina herêmê û nirxên gelan tike kirine. Hişmendiya desthilatdar li ser nirxên herî esasî êrîşên xwe dimeşîne û bi vê jî dixwaze hêzên muxalîf bixe jêr kontrola xwe. Bi êrîşên xwe yên leşkerî jî li ser çand û huneran gelan polîtîkayên qirkirinê dimeşîne û ev ji xwe re kiriye stratejiyek.’’

JIN DI HEDEFA ÊRÎŞAN DE NE

Kevana Zêrîn diyar kir hêzên desthilatdar her wiha jin jî ji xwe re kiriye armanca êrîşan û got, ‘’Li dijî van êrîşên pergalê yên qirkirin û înkarê, hemû jinên ku di qada çand û hunerê de cih digirin, li ser mîrateya çandî, bi afirîneriya berhemên hunerî ku civîkabûyina me vedibêje, erkê me yê herî esasî yê hemû pêkhateyan Kevana Zêrîn e.’’

   

Kevana Zêrîn di berdewamî got polîtîkayên hêzên desthilatdar li dijî civakê ne, dixwazin bi temamî qirkirina civakê pêk bînin û li dijî vê hişmendiya qirkeriya civakê jî tişta ku tê xwestin têkoşîna xeta neteweya demokratîk e.

BANG: EM LI DOR TÊKOŞÎNA ŞOREŞGER KOM BIBIN

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn herî dawî got: ‘’Li dijî hişmendiya netew-dewletê, divê çand û hunera neteweya demokratîk weke alternatîf, li ser zemîna rêxistiniya cewherî, bi perspektîfa bîrdozî were pêkanîn. Bi vê wateyê, şoreşa çandî ya ku wê were pêkaîn, wê pergala civaka azad û demokratîk a jinan û gelan saz bike. Li ser vê bingehê di serî de hunermendên jin, em bang li hemû hunermendên li derveyî welat dikin ku berê xwe bidin welat û li ser xeta avakirina çand û hunera şoreşger xwe tevlî nav xebatan bikin. Berhemên herî xurt encex dikarin di navenda şoreşê de çêbibin.

Bi vê bangê em careke dî pêkhateyên civîna Tevgera Çanda Kevana Zêrîn bang dikin, ji bo ku rewşa dîlgirtî ya li ser Rêber Apo bi dawî bibe û Rêber Apo azad dibe, em hemû derdorên çand û hunerê, hunermend li dor têkoşîna şoreşgerê kom bibin.’’