TEV-ÇAND’ê ji bo Ocalan li Parîsê çalakî kir

Li Parîsê, paytexta Fransayê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî pêk were çalakî hate kirin.

Endamên Meclîsa TEV-ÇAND’ê ya Parîsê û endamên meclîsê ya Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê li dêra spî ku yek ji navendên turîstîk ên Parîsê ye tîpên ‘’Ji Ocalan re azadî’ hilgirtin.

Di çalakiyê de belavokên ku tecrîda li ser Ocalan dihate vegotin hatin belavkirin û dirûşmên ‘’Dîktator Erdogan’, ‘Bê Sero Jiyan nabe’ hatin berzkirin.