TEV-ÇAND: Aram Tîgran mertalê hunerê bû

Rojava TEV-ÇAND’ê Aram Tîgran bi bîr anî û got, ‘’Berhemên hunermên mezin Aram Tîgran li dijî pişasftin û dejenerebûnê weke mertalê bûn ku berevanî li hunerê dikirin.’’

Ji bo  salvegera koça dawîn a hunermend Aram Tîgran, Tevgera Çand û Hunera  Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-ÇAND’ê Aram Tîgran bi bîr anî û got, ‘’Şopa reseniya hunera wî di nav me de cih girtiye. Keda ku wî daye hunera Kurdî bi hestyarî em ji bîr nakin, stran û berhemên wî ji me re bingeha hunerê ne, kaniya hestên wî heta îro di nava me de diherike.

Bîranîna nemir Aram hestên reseniyê di me de dilivîne, xewn û xeyalên wî îro bi hişmendiya neteweya demokratîk bi war dibe. Hemû  kom û hunermendên TEV-ÇAND`ê ji berhema eşqa strana Ey Welato hunerê vedixwin. Li ser şopa xewn û xeyalên hunermendê nemir birêxistinbûn û sazîbûn ji me re bicihanîna hezkirina welat e û hemû berhemên heyberî û hestyarî ye.

Stayla evîn û eşqa rûpelên Aram Tîgran di strana Kurmancî de danasîna civak, ax, ezman û evîna keç û xortan e. Hemû hunergeh û komîteyên muzîkê di çêkirina berhemên hunerî de stayla gotin û muzîka mamoste Aram esas digirin.

Di nav tevliheviya kirîn û firotina hunerê de, di hunerê de xirakirin çêbûye û li gelek cihan şûna hunerê kavil maye û mirovan dixe nava metlûlê, lê berhemên wekî berhemên Aram Tîgran ji me re mertal in li hemberî erebêskbûnê û ezeziyê.

Hemû  kar û xebatên me ji bo hunera resen û civakbûyînê ne û nemir Aram bi xwe jî yek ji wan kesan ku herî zêde nûnertiya parastin û pêşxistina reseniya civakên Kurdistanê kiriye. Xwedîderketina li kesên wekî nemir Aram ji me re erkeke hunerî û rêxistinî ye.

Em her dem wî bi bîr tînin û di dil û mêjiyê me de wê her tim zindî bimîne.”