TEV-ÇAND a Ewropayê dest bi serdemeke nû kir

TEV-ÇAND a Ewropayê konferansa xwe ya 6'an li Kolnê pêk anî. Di konferansê de biryar hatin dayin û meclîsên ji bo serdema nû hatin avakirin.

TEV-ÇAND a Ewropayê ku dewama saziyên hunerê yên Kurdan e ku 40 sal in li Ewropayê karê çand û hunerê dikin, li Elmanya, Hollanda, Belçîka, Fransa, Swîsre, Îngilîstan û welatên Skandînavyayê zêdeyî 4 hezar endamên xwe hene. TEV-ÇAND'ê dawiya vê hefteyê kongreya xwe ya 6'an li dar xist. Kongre bi beşdariya bi sedan delegeyî li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk hat. Li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hunermendên ku mohra xwe li dîrokê xistine, pankartên bi nivîsa "Çanda me nasnameya me ye" û "Têkoşîna xweseriyê parastina çand û hunerê ye" li salonê hatin daliqandin.

RÊBAZA NÛ YA KAR HATE DESTNÎŞANKIRIN

Di konferansê de rêbaza nû ya kar a TEV-ÇAND'ê hate destnîşankirin. Di encama nîqaşan de dest ji sîstema berê ya kar hate berdan û sîstemeke nû hate avakirin. Li gorî vê yekê; li asta herî jor wê TEV-ÇAND hebe, li binê wê jî Rojava TEV-ÇAND, Rojhilat TEV-ÇAND, rêxistinbûna hunermendên Êzidî û beşên govend, şano, muzîk, organîze, arşîv, wêne, dîtbarî û sînema hebin. Berdevkên van beşan jî wê di nava meclîsa giştî ya TEV-ÇAND a Ewropayê de cih bigirin.

HEWLDANA JI BO PÊŞVEBIRINA ÇANDA KURD

Hevserokê berê yê TEV-ÇAND'e Cewadê Merwanî di destpêka konferansê de axivî û karê 2 salan nirxand. Merwanî got, "Di nava 2 salên bihurî de tevî ku em nesekinîn jî bi têrkerî nebûn bersiv ji pêvajoyê re. Lê belê ji bo pêşvebirina çanda Kurd me hewl dan. Di dema nû de em ê van hewldanên xwe zêde bikin û bi rêk û pêk bikin. Ev yek berpirsyariya me hunermendan e. Divê em çand û zimanê xwe hînî nifşê nû bikin." Piştî axaftina destpêkê karê 2 salan hatin nirxandin û hate destnîşankirin ku ji aliyê çand û hunerê ve nabe ku qada Ewropayê vala bê hiştin.

Di konferansê de işaret bi rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çanda Kurd hate kirin û hate gotin, "Wezîfeya bingehîn a TEV-ÇAND'ê ye ku xwe bigihîne asta civaka nû, mirovê nû ku Rêber Apo li Îmraliyê di parêznameyên xwe de destnîşan kiriye."

Di encama hilbijartinê de meclîsa nû û berdevkên TEV-DEM Ewropayê hatin hilbijartin. Her wiha hate ragihandin ku wê dema bê li Ewropayê Kevana Zêrîn ava bikin. Di encama nîqaşên du rojan de, hin biryar hatin standin.

BIRYARÊN LI KONFERANSÊ HATIN GIRTIN

Çend ji biryarên di konferansê de hatine girtin:

1- TEV-ÇAND azadiya Rêber Apo weke azadiya gelê Kurd dibîne û karê xwe yê çand û hunerê jî li gorî vê rastiyê birêxistin dike.

2- TEV-ÇAND wê bi rengekî aktîf tevlî hemû kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo bibe.

3- Ji bo komên herêmî bên teşwîqkirin wê bike ku li çalakiyên herêmî derkevin ser dikê.

4- Wê Koroya Koma Berxwedan ava bike.

5- Ji bo rê li ber hunermendên ciwan veke, wê li herêman pêşbirkên deng û amûran organîze bike.

6- Li dijî asîmîlekirina govendên me wê tevdîran bigire û têbikoşe. Wê bi erk û berpirsyariya xwedîderketina li hemû nirxên me yên folklorîk ên li Kurdistanê tevbigere.

7- Bi kes û komên şanogeriyê dikin re wê civînan bike û vî karî bi rêxistin bike.

8- Bi kes û saziyên ji aliyê sînemayê ve projeyên xwe heye têkiliyan deyne û bi rêxistin bike.

9- Karê çand û hunera jinê wê di asteke bilindtir de bên birêxistinkirin û Kevana Zêrîn bê ragihandin. Kongreya wê ya damezrandinê di nava du mehan de bike.

10- Li Ewropayê di bin sîwana meclîsên çand û hunerê de  komên hunerê yên jinan wê bi rêxistin bike.