'Sîser sibê zû tê û gerîla hişyar dike'

Balkêş e, heywanên herî asî, herî no jî xwe ji gerîla venagirin û tên cem gerîla. Yek ji van jî xezala bi navê Sîser e. Di nava gerîla de her kes wê nas dike, her kes gelekî jê hez dike.

Bala me dikişîne û em jî diçin serdanê. Timî bi gerîla re ye. Qet ji wan qut nabe. Dema ku hinekî jê dûr dikevin, ew jî dide dû wan, ya jî mîna ku bigirî dikeve rewşeke balkêş. Li tenişta gerîla radizê. Diçe cem her gerîla, lê belê bi taybetî ji cem gerîlayê HPG'ê Rûgeş Azad qet naçe, ku ji destpêkê ve lê miqate ye. Dema ku ew bi navê Sîser bang lê dike, bi bezê diçe cem wî. Gerîla Rûgeş ew bi bîberonê xwedî kiriye û hê jî xwedî dike.

Em bi hev re diçin nava bexçe.

Di navbera Sîser û gerîla Rûgeş de têkiliyeke balkêş çêbûye. Gerîla Rûgeş bi vî rengî qalê dike:

"Gerîla demeke dirêj e li çiyayên Kurdistanê ye. Veguheriye beşek ji xwezayê. Ji ber vê yekê hemû rengên xwezayê di nava jiyana gerîla de hene. Heywanên herî asî jî tên kampên gerîla, xwe ji gerîla venagirin. Sîser yek ji van mînakan e. Gundiyan bi zanebûn an jî nezanî dayika wê kuştiye. Sîser û çêlikên wê yên din radestî hevalan kirine. Sîser birîndar bû û gelekî biçûk bû. Me lê nerî, birîna wê derman kir. Dema ku yekî bi kincê gundiyan dibîne, heta ku gerîla xwe nêz neke, ew jî xwe jê vedigire. Lê belê kincê gerîla li ser kê be diçe cem. Beriya ku Sîser bibînim, digotin ku 'Xezal li dû mirovan digirî, yan jî dema mirovê lê dinere nebîne zerarê dide xwe'. Dihate gotin, lê min bawer nedikir. Mesela, em çend rojan li vir nebûn. Dema em hatin me dîtin ku zerar daye xwe. Ya jî di rewşeke bi vî rengî de digirî. Bi mirovan ve tê girêdan. Van taybetmendiyên xwe bala min kişandibû. Bi rojê em li ku bin ew jî bi me re ye. Bi şev jî diçe cihê herî bilind. Berî roj hilê, tê mîna ku bi roj başê bang li hevalan bike, tê me hişyar dike. Rengekî jiyana me ye. Timî li gel hevalan rûdinê. Dema ku heval dikevin nava liv û tevgerê, ew jî bi wan re diçe. Mesela, dema tu pê re hêrs dibe, dixeyide. Ji cem te diçe û diçe gel hevalên din. Dema ku tiştekî divê neke dike û tu jî pê re hêrs dibe, hingî fêhm dike. Vê carê ew tê û hewl dide dilê te xweş bike. Bi me re pisîkek Wanê heye, pê re bûye heval. Her du jî jiyana me dixemilînin."