Serlêdanên ji bo pêşbirka Huseyîn Çelebî dewam dikin

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, îsal cara 25'an tê lidarxistin. Merasîma xelatdayinê wê îsal li Londonê be.

Serlêdan wê heta 22'ê Îlonê dewam bike. Xelat jî wê roja 21'ê Cotmehê li Londonê bi merasîmekê werin dayin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), ji sala 1993'an û vir ve her sal bi rengekî kevneşop Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî li dar dixe. Serlêdanên ji bo pêşbirka îsal dewam dikin.

ŞERT Û MERCÊN TEVLÎBÛNÊ

Şert û mercên ji bo tevlîbûna li pêşbirkê wiha ne: "Zimanê berheman divê bi Kurdî (Kurmancî, Soranî û Kirmanckî), Elmanî, Îngilîzî û Tirkî be. Berhemên tên şandin, pêwîste li cihekî din nehatibin weşandin. Beşdar, di beşa helbestan de bi 2, di beşa çîrokan de jî bi berhemekê dikarin tevlî bibin. Li gel berhemên xwe, lazim e beşdar kurte jiyana xwe jî binivîsîne û herî dereng heta 22'ê Îlonê bi rêya posta ya jî e-mailê bigihînin navnîşanên hatine dayin.

ENCAM WÊ 21'Ê COTMEHÊ BÊ EŞKEREKIRIN

Mîna her salê, pêşbirk ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de, wê ji 25'ê Hezîranê heta 21'ê Îlonê berhem bên qebûlkirin. Di beşa din de jî wê roja 21'ê Cotmehê li Londonê bi measîmekê xelat bên dayin.

Beşdar dikarin xwe bi rêya van adresan bigihînin komîteya amadekar:

E-mail: [email protected]

Ji bo agahiyên berfireh: [email protected]

Navnîşana Postayê: Kurdisches İnstitut für Wissenschaft (Çalakiya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî) 21 06 58021 Hagen/Deutschland