Serlêdanên ji bo 3. Pêşbirka Ş. Denîz Firat dewam dikin

Serlêdanên ji bo 3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat dewam dikin. Merasîma xelat dayinê wê roja 8'ê Tebaxê bê lidarxistin.

3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat, ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) ve tê organîzekirin, ji bo bîranîna xwişk û birayên şehîd Sarîna û Zîndan tê lidarxistin.

Serlêdanên ji bo pêşbirkê, ku di 22'ê Nîsana 2017'an de dest pê kir, wê heta 25'ê Hezîranê dewam bikin. Merasîma xelatdayinê jî wê roja 8'ê Tebaxa 2017'an li wargeha penaberan a Mexmûrê pêk were.

Komîteya amadekar a pêşbirkê, bi daxuyaniyekê, careke din şert û mercên tevlîbûnê bibîr anî.

ŞERT Û MERCÊN TEVLÎBÛNÊ

Li gorî daxuyaniyê; berhemên werin şandin, divê bi Kurdî (zaravayên Kurmancî, Zazakî, Soranî), Erebî û Tirkî be.

* Divê berhem beriya pêşbirkê li ti cihî nehatibin weşandin.

* Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.

* Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta 25’ê  Hezîrana 2017’an  bi rêya E-mailê bişîne.

Adresên emailê jî ev in:

[email protected]
[email protected]
www.facebook.com/denizfirat2015