Sê çeteyên Tirk, Elman û Kanadî hatin girtin

Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku di encama operasyoneke taybet de ya Yekîneyên Antî Terorê (Y.A.T) de 3 çeteyên bi eslê xwe Tirk, Elman û Kanadayî bi saxî hatine girtin.

Navedna Ragihandinê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku endamên Y.A.T ên girêdayî YPG’ê bi çalakiyeke taybet a li dijî şaneyên razayî yên çeteyan çalakiye kirine û di çalakiyê de 3 çeteyên Tirk, Elman û Kanadayî bi saxî girtine.

Navenda YPG’ê têkildarî çeteyan agahiyên berfireh parve kir:

“Berxwedana me ya li hember çeteyên barbar ya DAÎŞ’ê ku ji Ewropa heya Asya û heya Rojhilata Navîn wehşetan pêk aniye berdewam dike. Operasyonên serkeftî ku li Kobanê û Cizîrê hatine meşandin û herî dawî jî Pêngava Bagera Cizîrê ku li Dêre Zorê berdewam dike îspatên herî berbiçav a dîrokî ye. Şerê me yê berxwedanê ku îro li Rojava û Bakurê Sûriyê berdewam dike, bi serkeftinên ku di her pêngavê de xistiye dest bûye hêviya mirovahiyê. Ev têkoşîna ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê dixe bin misogeriya ligor her demê hêj bi hêztir bi serkeftinên girîng berdewam dike.

Ev pêkhateyê ku bingeha xwe ji her şêweyên feraseta paşverû girtiye, ji welatên Ewropa gelek kes tevlî bûye û gelek welatan jî firsendê rêxistinkirinê taybet bidest xistiye. Bi taybet jî şaneyên razayî ya vê pêkhateyê ji bo li Rojava û Bakurê Sûriyê komkujiyan pêk bînin xebatên taybet dane meşandin û ketine tevgerê. Wekî hêzên YPG û YPJ li hember van şaneyan operasyonên me yên serkeftî pêk hatine û ev dem bi dem ji raya giştî re hatine parvekirin. Di derbarê vê de ji tîmên me yên Antî Teror (Y.A.T)’ê ve di encama operasyonek taybet de 3 çeteyên ku eslê xwe Tirk, Elman û Kanada ne hatine girtin.

AGAHIYÊN BERFIREH ÊN TÊKILDARÎ ÇETEYAN

* Çeteyê bi navê Dirk Richard Pleil ku di sala 2015’an de li ser sînorê Tirkiyê derbas bûye û tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bûye, li laboratuarên protez a DAÎŞ’ê de kar kiriye û di demên cuda de jî di çalakiyên derveyî mirov a çeteyên DAÎŞ’ê de cihê xwe girtiye.

* Çeteyê bi navê Mihemed Elî a ji Kanadayê ye jî, sekvanekî taybet ê DAÎŞ’ê ye. Ev kes li Reqa, Dêre Zor û Hesekê de tevlî şer bûne. Ji rêxistinê re bi hezaran endam perwerde kiriye û di heman demê de tevlî dehan çalakiyên dervî mirovane bûye. Di heman demê de ev kes ku dema li ser sînorê Tirkiyê dema derbas bûye rastî ti astengiyan nehatiye, dîsa bi hezaran çeteyên ku liser sînorên Tirkiyê de derbasî Sûriyê bûne vana jî him ji îtîrafên çeteyên DAÎŞ’ê û him jî di lêkolînên me de derketiye holê. Di nav rêxistinê de navê Ebû Tûrab El-Kanadî bikar aniye û li ser malperên civakî ji bo tevlîbûnê nav refên DAÎŞ’ê bangawazî kiriye. Piştî êrîşên li Quebec û Ottawayê ên rê li ber mirinê leşkeran vekiribû, li ser malpera civakî bangawaziya zêdekirina êrîşan kiriye û daye diyarkirin ku çi sîvîl, çi hêzên ewlehiyê ‘kesên bêbawer’ divê werin kuştin. Elî li ser malperên xwe yên civakî daye diyarkirin ku kesên ku bixwazin werin tevlî bibin, dikarin dema gihiştin Tirkiyê bi wî re bikevin têkiliyê, tê zanîn ku ev kes komekî Toronto liser Tirkiyê derbasî Sûriyê kiriye û tevlî DAÎŞ’ê kiriye.

* Çeteye bi navê Ergûn Orhan a ji Tirkiyeyê ku tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bûye, li Elmanya hatiye dinê, li ser malpera civakî xwe gihandiye DAÎŞ’ê û di sala 2015’an de jî li ser sînorên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûye û tevlî DAÎŞ’ê bûye. Ev kes jî li Cerablûs û Reqayê kar û xebat daye meşandin.

PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK

Ev çeteyên ku di encama operasyonan hatine girtin, bi alîkariya Tirkiyê ji welatên Ewropayê hatine û tevlî DAÎŞ’ê bûne li xwe mukur hatine. Em dizanin ku ev çeteyên ku sûcê mirovahiyê kirine, wek şaneyên biçûk xwe rêxistin dikin û di firsendekî biçûk de amadekariyên komkujiyan dikin. Em dixwazin bidin diyarkirin ku ev şaneyên ku dixwazin gelek komkujiyan pêk bînin beriya bikevin tevgerê ji aliyê operasyona hêzên me de hatine bê bandorkirin. Me berê jî ji raya giştî re ragihandibû ku gelek çeteyên Ewropî û Rojhilata Navîn hatine girtin û gelek ji wan jî hatine bê bandorkirin. Têkoşîna ku em bi biryardariyek mezin didin meşandin wê berdewam bike û wê encamên wê jî ji gelê me û raya giştî re were parvekirin.”