Salvegera 18'an a Komkujiya Kendekola

Dewleta Tirk beriya niha bi 18 salan li Kendekolayê komkujî kiribû û zarok jî di nav de 40 kes kuştibû.

Mirovên ji eşîra Herkî, beriya niha bi 18 salan dema derketin zozanên Kendekolayê ji bo çêrandina heywanên xwe, ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn kuştin. Di komkujiyê de 40 kes miribûn, 25 kes jî birîndar bûbûn. Raya giştî komkujî ji nedîtî ve hat û dewleta Tirk bi cesareta ji vê yekê girtî hîn jî komkujiyan dike.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, 15'ê Tebaxa sala 2000'î bombe li zozanên Kendekolayê yên li sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê barandin û 40 kes kuştin.

ZAROK Û PITIKÊN NÛ JIDAYIKBÛYÎ JÎ HATIN KUŞTIN

Ji kesên hatin kuştin, 13 jê jin, 11 jî zarok bûn. Zêdeyî 25 kes jî birîndar bûbûn. Li gorî şahidan, hin cenazeyên koçeran piştî 15 rojan hatibûn dîtin. Cenazeyên hinek ji wan jî nehatin dîtin.

Xizmên qurbaniyan gotin, di nava qurbaniyan de dayika ku saetek beriya komkujiyê zarok jê re çêbûbû û pitika wê jî hebûn.

Yek ji mirovên hatin kuştin, Bêrîtan a 4 salî bû.

MIROVÊN HATIN KUŞTIN

Çend ji kesên di komkujiyê de hatin kuştin:

M. Ali Uzeyir (35), Fatma Nebî (25), Berîtan M. Ali (4), Bahar Eshed (18), Gelawêj Simaîl (18), Ferzande Şakir (1), Xelat Qadir (18), Beyaz Îbrahîm (70), Besê Îbrahîm (68), Sonya Mihê (35), Fadima Sewdîn (18), Peyman Qadir (17), Rêzan Qadir (12), Fatma Hesen Esen (60), Hediya Mele Hesen (45), Nejat Maîn (10), Xecîca Maîn (11), Baxtîyar Hecac (16), Faxir Bakî Ali (40), Surmê Esmer (30), Şehnaz Faxir (15), Dilnaz Faxir (10), Kusret Faxir (5), Zuhre Sadî Şêxo (70), Semîr Mihê (25), Raîd Qadir (15), Fatma Rahman (30).

HIKUMETA BAŞÛR BÊDENG MA

Hikumeta Başûrê Kurdistanê, rêveberiya Bexdayê û raya giştî ya cîhanê li hemberî komkujiyê helwest nîşan nedan. Dewleta Tirk jî mîna her carê derew kir û îdîa kir ku li kampên gerîla xistiye. Piştre daxuyakirin ku bi şaşitî bomberdûman hatiye kirin.