Rûsya berê Tirkiye da Şamê

Di demeke rejîma Sûriye xwe amade dike ji bo li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe bişîne Efrînê, Rûsya daxuyaniyek nû da.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Segey Lavrov, bang li Tirkiye kir ku rast e rast bi Şamê re têkeve diyalogê.

Lavrov ê li Moskovayê piştî bi Wezîrê Karê Derve yê Pakîstanê Hoca Muhammed Asif re hevdîtin kir û şûnde di cîvîna çapemeniyê ya hevpar de axivî û têkildarî mijara Efrînê ev tişt got: “Ji bo berjewendiyên ewlekariya Tirkiyeyê, rêya dîyalogê ya rast e rast a bi Şamê re dikare bikar bîne.”

Lavrov destnîşan kir ku Rûsya fikar û metirsiyên Tirkiye ya li Sûriye û daxwazên Kurdan fam dikin, diyar kir ku di vê mijarê de divê spekulasyon neyên kirin.

Lavrov got: “Em fikarên Tirkiye û daxwazên Kurdan qebûl dikin.” bi vê gotinê bûyerên li Efrînê diqewimin DYA’yê berpirs nîşan dide.

Hêzên Kurdan jî Rûsya ya ku piştî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê hate kirin û şûnde hem hêzên xwe ji herêmê kişand û hem jî qada hewayî ji êrîşan re vekir, berpirs dibîne.