Ruhê 14'ê Tîrmehê îro li Rojava ye

8. Roja Fîlmên Kurd a Hambûrgê, bi nîşandana fîlmê "14 Temmûz" ku ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve hatiye amadekirin, dest pê kir.

8. Roja Fîlmên Kurd a Hambûrgê, bi nîşandana fîlmê "14 Temmûz" ku ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve hatiye amadekirin, dest pê kir.

Galaya fîlmê "14 Temmûz (14'ê Tîrmehê)" li salona sînema ya Savoyê hate kirin. Derhêner Haşim Aydemîr, şahidên hovîtiya li zindana hejmara 5'an a Amedê Nîhat Emen û Alî Yavrû, xwişka Mehmet Hayrî Dûrmûş Ayten Dûrmûş û gelek sînemahezan li fîlm temaşe kirin.

Ji komîteya amadekar Yaser Irmak û Adalet Amed, beriya destpêkirina galayê bi zimanên Kurdî û Elmanî silav dan sînemahezan û gotin, wê di van rojan de gelek fîlmên demdirêj û demkurt pêşkêşî sînemahezan werin kirin.

Fîlmê "14 Temmûz" ku bi qasî 2 saetan dewam dike, di şexsê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtay û hevalên wan de qala berxwedana li dijî zext û hovîtiya dewletê ya li zindana hejmara 5'an a Amedê ya li dijî berxwedêrên PKK'ê dike.

Aydemîr piştî nîşandana fîlm bersiv da pirsên sînemahezan û anî ziman, ruhê 14'ê Tîrmehê yê il zindanan afirî, îro li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojava deng vedide.

Aydemîr di dewama axaftina xwe de got, "Ev karê hatiye kirin, dibe ku ne yek ji sedî ji hovîtiya hatiye kirin be. Bêguman ne karekî hêsan e ku mirov qala tevahiya hovîtiya gelekî mezin bikin. Bi vî karî me xwest bibin dilopek li deryayê. Ji bilî mexdûriyetê, me xwest bi rêya berxwedanê peyamekê bidin. Di beşeke fîlm de Mehmet Hayrî Dûrmûş wiha dibêje: 'Bi rêya vê berxwedanê me pişt li xiyanetê şikand'. Dema me dîmenên vî fîlmî dikişand, mîna ku dîrok xwe dubare dike, dewletê bombe li Sûrê dibaran."

'MIN LI MIRINA MIROVÊ HERÎ NÊZÎ XWE TEMAŞE KIR'

Aydemîr bal kişand ser erk û berpirsyariya hunermend a li pêşberî civakê û wiha dewam kir: "Hunermend neynika civakê ye, di heman demê de wijdanê civakê ye. Hunerek ji gel qut, nabe bê kirin. Em zarokên nifşekî ku deriyên girtîgehan ronî kirine. Derdekî me heye, ku em fîlm dikişînin. Ya girîng ew e, ku ev fîlm bigihêjin gel."

Xwişka Mehmet Hayrî Dûrmûş Ayten Dûrmûş jî dema axivî giriya û got, "Me jiyana kekê min, berxwedana wî timî di pirtûkan de dixwend. Lê niha bi vî fîlmî re mîna ku min li mirina mirovê herî nêzî xwe temaşe kir. Heta dawiya emrê xwe em ê vê hovîtiyê ji bîr nekin. Kekê min jiyana xwe diyarî gelê xwe kir. Kekê min û hevalên wî, ji ber ku gelekî ji jiyanê hez dikirin ku di oxira wê de canê xwe feda kirin, ketin ser vê rêyê. Em jî weke malbat û hevrêyên wan, careke din dibêjin ku em ê xwedî li mîrateya wan derkevin."

Roja Fîlmên Kurd a Hambûrgê, wê li Kîno 3001 a li semta Sternschanze ya Hambûrgê ji 23 heta 29 Gulanê dewam bike. Wê gelek fîlmên demdirêj û demkurt li vê derê werin nîşandan.