Rûbarî: Felsefeya Ocalan rêya me ronî kir

Cahît Rûbarî qala têkiliya xwe ya dîrokî ya bi Ocalan re kir û got, felsefeya Ocalan rêya wan ronî kiriye.

Cahît Rûbarî, sala 1942'an li gundê Cibrî yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji dayik bû. Salên 1990'î li Efrîn-Helebê û Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir.

'RÊ LI BER VEJÎNÊ Û ŞOREŞÊ VEKIR'

Rûbarî ku pêvajoyên 'tinebûn û ji nû ve vejînê' yên gelê Kurd di hiş û mejiyê xwe de neqişand, qala serpêhatiya bi Ocalan re kir:

"Gelê Kurdistanê ji nû ve zindî bû derket ser dika vejînê. Dîroka vejînê û lêgerîna li rastiyê ya vî gelî, di sedsala 21'ê de zindî bû. Ya ku Şoreşa Rojava gihandiye vê astê, ev rastî ye. Gelên li Bakurê Sûriyeyê ji nû ve şîn didin.

Me bi hev re sohbetên bêhempa dikir. Kesayetiya wî ya mûezem di kesayetiya min de jî rê li ber hin tiştan vedikir. Min her tim dixwest wî nas bikim. Ewilî min ew salên 90'î dît. Kesayetiya wî, sekn û axaftina wî bandoreke xurt li min kir. Sohbetên me zêde bûn û di sohbetê de em li ser mijarên Kkurdistan û gelê Kurd daxivîn. Nirxên civakî û çandî yên gelekî û mijara diyarkirina çarenûsa xwe ya gelekî, her tim di rojeva me de bû. Di navbera serdema salên 90'î ya me bi hev re derbas kir û salên niha de çi cudahî çi guhertin heye? Lêgerînên Ocalan ên li Sûriyeyê ji bo Kurdan bû mîlada vejîneke nû. Di wê demê de Kurd û Kurdistan li ber tinebûn û înkarê bûn. Guherînên li Rojava ku piştî pêşketinên 20 salan rû dan, ji nû ve rabûna ser piyan a Kurdan, bû serdema hişyarbûna ji xewna hezar salî. Ev kêlî xwegihandina daxwaza azadiyê bû.

Di serpêhatiya şoreşê de ya ku bingeheke zexm pêşkêş dike, projeya niha ya Kurdan e. Li Tirkiyeyê gelek desthilatdarî û pêvajoyên darbeyan rû dan. Bîranînên me û 20 salên bihûrî qala gelek tiştan dikin. Gelekî ku her tim hatiye qetilkirin û înkarkirin, ancax bi kesayetên mûezem dikare xwe bigihîne rastî û cewhera xwe. Ev yek bi hişmendiya Rêberan dibe. Rêberê azadiyê Ocalan ev felsefe li Sûriyeyê afirand. Li hev kombûna gela nli Sûriyeyê û diyarkirina çarenûsa xwe, berhemeke pêvajoya bihurî ye. Ev felsefeya ku qalê dikim, rêya me her tim ronî kir. Ez vê felsefeyê her tim pîroz dibînim.

Êvarek bû, mêvanên min ji Lubnanê hatibûn. Xwarin hatibû amadekirin, em li dora sifreyê rûniştin. Telefonek hat. Dema min telefon vekir, min bihîst ku Ocalan hatiye girtin. Ez gelekî hejiyam. Zehmet e ku mirov qala hest û xemgîniya wê demê bikin. Gotin têrê nakin. 40 rojan rengekî reş li pêş çavên min bû. Dilê min nedikarî vê esaretê qebûl bike.

Derketina Ocalan ji Sûriyeyê û girtina wî, zehmet bû. Li Heleb, Şam û her devera Ocalan lê ma bû, gel rabû serhildanê. Gelên cîhanê jî ev esaret qebûl nedikir. Ne tiştekî bihata qebûlkirin bû. Wê ne hêsan bûya ku rojeke Kurdistanê û Rojhilata Navîn bê tarîkirin. Ocalan nirxên mirovane û dîrokî radestî gelan kir. Sedemên berxwedana Kurdan a îro ya li Sûriyeyê hene. Belasebep li dijî belayê DAIŞ'ê li ber xwe nadin. Divê neyê jibîrkirin, ku nirxên mirovahiyê ji bo Kurdan gelekî hêja û girîng in."

'JIYANEKE MEZIN AFIRAND'

Rûbarî got, "Xwestin di şexsê Rêbertî de gelekî qir bike" û wiha dewam kir: "Gel êdî dixwaze bi dilrehetî nefesê bigire. Ya ku Kurd dixwazin bikin şoreşa zîhniyetê ye. Şoreşa Rojava ji lêgerîna jiyanê ya Ereban, Xiristiyanan û Suryaniyan re bû wesîle. Em daxwaza azadiya Ocalan dikin. Em dixwazin wî li cem xwe, wî li Kurdistanê bibînin. Ocalan ku jiyaneke ewçend mezin afirand, hê ji Sûriyeyê derneketibû li rêyên çareseriya siyasî digeriya."

Rûbarî anî ziman, ku wî mala Ocalan lê ji dayik bû ziyaret kir û got, "Ez çûm Amara ku Rêber Ocalan lê ji dayik bû. Gelek caran min serlêdan kir, ji bo biçim Girava Îmraliyê û wî ziyaret bikim. Lê belê ji ber sedemên siyasî nehate qebûlkirin. Min Mehmet Ocalan jî dît. Pê re sohbet kir. Li ser hişmendiya azadiyê ya Kurdan û mafê jiyana nû me sohbetên kûr kir. Baweriya me ya hevpar jî, çi zû çi jî dereng; çareseriya şer, krîz û girêkên kor ên heyî bû. Gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Sûriyeyê nefesa azadiyê girtin. Hêviya me timî azadî bû. Ti tişt wê belasebep nebe."