Rojavayî nema dikarin xwe li tecrîdê rabigirin: Bi erka xwe rabin

Welatiyên Rojava û nûnerên gelek saziyan nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ji bo bi erka xwe rabin.

Gelên li Rojavayê Kurdistanê ji tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî aciz e. Ji xwe tê zanîn, şoreşa demokratîk a li Rojava ku di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de afirî, berhemeke têkoşîn û nêrînên Ocalan e.

Nûnera Kongreya Star a taxa Xerbî ya Qamişloyê Feryal Omar ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) xwest, tavilê erk û wezîfeya xwe bi cih bîne.

Omar bi bîr xist ku bi saya keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd gihîştiye vê astê û got, "Eger bi rastî jî dadgehek bi navê mafên mirovan hebe, pêwîst vê zilma ku li Rêberê me tê kirin bibîne."

'OCALAN BI MILYONAN KURDÎ TEMSÎL DIKE'

Esnafa Suryanî ya li Qamişloyê Hanna Konstantîn jî bi bîr xist ku Ocalan zêdeyî 20 sal in li Îmraliyê tê hiştin, 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin û bang saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ji bo bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Konstantîn diyar kir, tecrîd divê tavilê bê rakirin û got, "Daxwaza me ji wan kesan e ku dikarin dest li vê meseleyê werdin; bila tavilê xwe bigihînin Ocalan. Ji ber ku jiyan û azadiya wî ji bo me gelên Rojava gelekî girîng e."

Endamê PYD'ê Mihemmed Elî Mihemmed anî ziman, tecrîdkirina Ocalan ne tenê tecrîdkirina wî ye û wiha dewam kir: "Di şexsê Rêber Apo de dixwazin 50 milyon Kurdî tecrîd bikin. Ji ber ku Rêber Apo 50 milyon Kurdî temsîl dike. Her Kurdên xwedî wijdan divê zanibin; pêwîste em jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nekin. Plana dijmin bi ser neket, ji ber ku Rêber Apo nêrîn û felsefeya xwe li gelemperiya Rojhilata Navîn belav kir. Em ê heta dilopa xwe ya dawî ji bo azadiya Rêberê xwe tevbigerin û her tim li ser şopa wî li ber xwe bidin. Û em ê Rêberê xwe ji wê zindanê derxînin."

'DIVÊ ÊDÎ PÊŞÎ LI TIRKIYEYÊ WERE GIRTIN'

Yûsûf Tevfîk El Cûma ku ciwanekî Ereb ê kedkar e diyar kir, gelê Ereb, hemû gelên li Rojhilata Navîn in deyndarê Ocalan e. Cûma işaret bi tecrîda giran kir û anî ziman ku ew rewşa Ocalan gelekî meraq dikin. Cûma diyar kir, divê dewletên navneteweyî êdî pêşî li Tirkiyeyê bigirin.

Esnafekî Qamişloyê Mahîr Yûsûf got, armanca dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ew e ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan û gelan ji hev qut bike.

Yûsûf got, "Divê ji bîr nekin ku gel û Rêber Apo yek ruh û yek beden in" û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk çi dike bila bike wê ti carî nikaribe me ji Rêberê me qut bike. Bi dîlgirtina Rêber Apo re bi hezaran kes tevlî nava refên vê tevgerê bûn û gel hîn bêhtir xwe lê girt. Yê girtî Erdogan e, yê azad Rêberê me ye. Ez dewleta Tirk şermezar dikim ku li Efrînê, li Girê Spî zarokên me qetil kir."