BI DÎMEN

Roja Filmên Kurd a Viyanayê dest pê kir

Roja Filmên Kurd a Viyana, duh bi filmê “Serçavan” dest pê kir.

Roja Filmên Kurd a ku her du salan carekê li paytexta Awûstûrya Viyanayê tê lidarxistin, duh bi filmê “Serçavan” dest pê kir. Vekirina film û belgeselan ku ji hêla Konseya Kurd a Awûstûryayê FEYKOM’ê tê organîzekirin û wê 24-27’ê Mijdarê li 2 salonên cuda yên sînemayê dewam bike, li Stadtkînoyê bi pêşandan filmê “Kirlangiç” û bi paneleke ku derhêner Mano Khalîl tevlêbûyî dest pê kir.

Di vekirinê de ku Awûstûryayiyan eleqeyek mezin nîşan dan, gelek nûnerên saziyan û siyasetmedar amade bûn.

Film duh bi belgefîlma “Sara: Jiyana Min Her Tim Şer Bû” ya ku jiyana Sakîne Cansiz vedibêje û filmê “Toz Bezî” dewam kir, îro jî wê bi tevlîbûna Kazim Oz li sînemaya Fîlmhauss “Hebû tunebû” û “Bîranînên li ser kevirî” bên pêşandan.

Ji bo agahiyên berfireh ên têkîldarî rojên filman navnîşana www.sercavan.at dikare bê bikaranîn.