Roja 29’an a Berxwedana Serdemê ya Efrînê: BLOGA ZINDÎ

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê kete roja 29’an. Êrîşên hewayî û bombekirin didomin. Artêşa Tirk ku nikar ji bejahiyê ve bi pêş ve biçin, derbên giran ji şervanên YPG-YPJ’ê dixwe. Em geşedanan ji BLOGA ZINDÎ vediguhezînin.

23:15

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de li ser navçe û navenda Efrînê re difirin.

21:48

YPG’ê li nêzî Kirikhanê li artêşa Tirk da

Şervanên YPG’ê li nêzî navçeya Kirikhanê ya Hatayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistiye.

 

18:36

Kanala televîzyonê ya France 24’ê nivîsand ku dîmenên ‘ÎHA’yê yên ku di êrîşên li ser Efrînê de tê bikaranîn, ji lîstika komputerê hatiye wergirtin.

 

17:31

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên bîlançoya 24 saetên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dibe li gundê Erendê çekên kîmyewî hatibin bikaranîn.

 

17:00

Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje navenda Cindirêsê.

16:48

Çeteyê DAIŞ’ê Ebdo Ehmet Îsmaîl ê di êrîşa dagirkeriya ya li ser Efrînê de hatibû girtin, li xwe mikûr hat ku dewleta Tirk ji bo wan gotine: “Wê bi girtina Efrînê re herêma Ezaz, Cerablûs û Babê li gel Îdlîbê bikin yek û bi Tirkiyeyê ve bidin girêdan."

16:00

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Kolbelka yê Şerayê kir. Di êrîşan de Fîkret Elî Hesen (51) birîndar bû.  Fîkret Elî Hesen di nexweşxaneyê de tê tedawîkirin.

15:46

Meşa deh hezaran kes ji bo Efrîn û Ocalan dest pê kir: Em ê serbikevin

Meşa li Strasboûrgê ya bi armanca protestokirina 19’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi tevlînbûna deh hezaran kes ji gelek bajarên Ewropayê dest pê kir.

 

15:41

YPG/YPJ li Raco lê xist: 13 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ li Racoyê li hêzên dagirker xist û di çalakiyê de 13 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin.

 

15:28

Erdogan çerixî: Ji bo Efrînê nikarim demekê diyar bikim

Erdogan weke ku li xwe mikur were axaftinek kir û got ji bo Efrînê ew nikare demekê diyar bike. Hikûmetê beriya niha gotibû, ‘di 3 saet, 3 roj, heftiyekê de em ê Efrînê bistînin.’’

 

15:27

 

13:58

Artêşa Tirk a dagirker careke din bombe li mizgeftê barand û 3 sivîl birîndar bûn.

Di encama êrîşa bi topan ya li dijî mizgeftra gundê Meremîne ya navçeya Şerayê de 3 sivîl birîndar bûn.

13:49

Artêşa Tirk a dagirker careke din cihên pîroz kir hedef. Di encama êrîşa bi topan ya li ser mizgefta gundê Meremîne yê navçeya Şerayê de 3 sivîl birîndar bûn.

12:11

Demîrtaş: Erdogan sendorama Efrînê dijî

Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş diyarkir ku hêzên komplo li dijî Ocalan pêk anîn îro di şexsê Efrînê de Kurdan dikin hedef..

 

12:04

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Ezazê gundên Cilbirê û Enabkê yên girêdayî navçeya Şêrawa topbaran dikin- ANHA

11:18

YPG-YPJ’ê derbên giran li dagirkeran dixe

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin, şervanên YPG-YPJ’ê şevê dî derbeke giran li hêzên dagirkeran da.

 

11:12

Li Cindirêsê gel û hêzên parastinê mil bi mil in

Gelê Cindirêsê ku dewleta Tirk û çeteyên wê ev 2 heftî ne bênavber ji hewayê û bejahiyê ve bombe dikin xaka xwe bernadin û bi şervanên YPG-YPJ û QSD’ê re xwe lihêm kirine û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

 

11:11

NATO mirinên sîvîlan bi gotina ‘bila bipîvanbin’ paş guh dixe

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di Konferansa Ewlehiyê ya li bajarê Munîh ê Elmanyayê de axivî û kokmujiyên sivîlan yên li Efrînê ji nedîtî ve hat û qala ewlehiya sînor kir.

 

 

11:10

AP: Artêşa Tirk li Efrînê pêşve ne çûye

 

11:09

Li Şiyê gumana ku artêşa Tirk gaza klorê avêtiye

Di roja 28’an a Berxwedana Serdemê artêşa Tirk a dagirker ku ti rêgeza sincî ya şer nas nake li Şiyê guman heye ku gaza klorê ku di nav çekên kimyewî de ye, bi ser sivîlan de avêtibe.